STENBOL – Li Stenbolê di serdegirtinên malan de hat zanîn ku 15 kes hatinebinçavkirin û derbarê 54 kesan de biryara binçavkirinê heye.
Li Stenbolê serê sibê hemwext polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan hat zanîn ku 15 kes hatine binçavkirin û yek jê jî zarok e. Hat ragihandin ku derbarê 45 kesan de biryara binçavkirinê heye.
Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Lokman Akici, Metîn Yilmaz, Merdal Bahadur, Zehra Aslan, Ensarî Taşkaya, Mujdat Uzunyay, Mahsum Çelebî, Şakir Bîngul, Îlyas Dînçer, Lîvan Orman, Yakup Ozdemîr, Nîhat Demîr, Alleattîn Adanir, Muhammet Erkmen û zarokê bi navê D.K.