AMED - Hat diyar kirin ku li herêma zozanên Şênê ya li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewelikê cih digire, operasyona leşkerî ya ji 3 hezar leşker û cerdevanên pêk tê, dest pê kir
Li herêma zozanên Şênê ya li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewelikê cih digire, îro di saetên serê sibê de dest bi operasyona leşkerî hat kirin. Hat diyar kirin ku 3 hezar leşkerên hêzên tayber û cerdevanên girêdayê Qereqolên Leşkerî yên Amed, Çewlig û Mûşê beşdarî operasyonê bûn û yekineyên leşkerî bi helîkopteran sewqî herêmê hatin kirin. Hat dest nîşan kirin ku li herêma Şênê, liv û tevgera helîkopter û Balafirên bêmirov (ÎHA) dewam dike.
Wezareta Karê Hûndir, di daxuyaniya da de, ragihand ku li herêma Şênê, dest bi Operasyona Kiran-5 kirine.