ENQERE - Serokê Giştî yê Înîsiyatifa Maf Mehmet Arif Koçer, diyar kir ku qeyûm binpêkirina mafan e û wiha got: "Qeyûm ewlehiya Demokrasiyeyê binpê dike û şaşiyek mezin e."
Serokê Giştî yê Înîsiyatifa Maf Mehmet Arif Koçer, têkildarî tayînkirina qeyûman a Şaredaiyên HDP'ê nerînên xwe anîn ziman û diyar kir ku qeyûm binpêkirina mafan e û wiha got: "Qeyûm ewlehiya Demokrasiyeyê binpê dike û şaşiyek mezin e. Bi îxrackirina hevşaredaran mafê hilbijêran ê bijartin û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Ger ku hevşaredar ji peyvirê bên girtin, wê demê mafê demokratik ên gel û vîna gel tê binpêkirin. Vîna gel tune tê hesibandin. Bi tayînkirina qeyûman dawî li karê personellên şaredariyê jî tînin. Bi vê yekê mafê kar ê karkeran jî binpê dikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."