AMED - Miduriyeta Polisan a Amedê çalakiya li peşiya HDP'ê organîze dik, yek bi yek bangî malbatên zarokên wan çûne serê çiya kir û ji bo tevlîbûna çalakiya li pêşiya HDP'ê pere teklî wan kir.
Hejmara malbatên ku bi hinceta ku zarokên wan bi darê derxistina serê çiya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar dixin, roj bi roj kêm dibe. Ji ber nîqaşa ku di navbera wan de derletibû, Remziya Akkoyûn ku çalakiyê dabû destpêkirin ji aliyê polisan ve hatibû dûrxistin. Her çiqas çapameniya alîgir hejmara malbata weke 55 nîşan bide jî hejmara malbatan 14'an derbas nake. Hat hînbûn ku yekîneyên li miduriyetên polisan û cendirmeyan hatine avakirin, ji bo zêdekirina hejmara malbatan di nav xebateke taybet de ne.
PERE TEKLÎF KIRIN
Ev yekîne malbatên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne ya jî serlêdanên windabûnê kirine, tespît dikin û wan vedixwînin miduriyetên polisan û cendirmeyan û çûyîna ber Avahiya HDP'ê ya Amedê li wan ferz dikin. Ji bo çûyîna ber HDP'ê ev yekîne teklîfa pere li hin malbatan kirine.
'JI DU ROJAN CEREKÊ MIN VEDIXWENDIN EMNIYETÊ'
Malbatek ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku ji bo zarokê wan ê di 2014'an de tevlî nav PKK'ê bûye, ji 4'ê Îlonê ve polisan vedixwînin emniyetê û teklîfa pere li wan dikin. Têkildarî mijarê bav ev tişt got: "Roja ku malbatan li ber HDP'ê dest bi çalakiyê kir, min vexwendin emniyetê. Ji min xwestin ku ez jî ji bo zarokê xwe biçim ber HDP'ê. Min ev yek red kir. Ji du rojan cerekê min vexwendin emniyetê. Herî dawî hefteyek berê pere teklîfî min kirin û ji min re gotin ku ji bo zarokê xwe biçe ber HDP'ê. Min ev yek dîsa qebûl nekir."