ENQERE - Serokê Sayiştayê Seyît Ahmet Baş, diyar kir ku di sala 2017'an de derbarê 31 qeyûmên ku tayînî şûna hevşaredarên BDP'ê hatibûne kirin de daxwaznameya serlêdana sûç saz kirine.
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ku budçeya sala 2020'an a Sayiştayê lê hat nirxandin de, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji Serokê Sayiştayê Seyît Ahmet Baş pirs kir ku derbarê qeyûmên ku tayînî şûna hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine kirin de lepirsîn hatine destpêkirin an na. Beştaş diyar kir ku derbarê qeyûman nelirêtî kirine û têkildarî mijarê dane jî destê wan de hene. Beştaş pirs kir ku tespîteke Sayiştayê û lêpirsîneke hatiye destpêkirin heye ya na.
SAYIŞTAYÊ SERLÊDANA SÛC KIRIYE
Li ser van nirxandin û pirsên Beştaş, Serokê Sayiştayê Seyît Ahmet Baş, agahiya ku di dadgehên wan de bi giştî raporên 497 darizandinê derbas bûne da. Baş diyar kir ku di sala 2017'an de 31 daxwaznameyên serlêdanên sûc hene û wiha got: "Van daxwaznameyan hemû jî têkildarî şaredariyên ku qeyûman tayînî wan hatine kirinin. Di sala 2017'an de 31 daxwaznameyên serlêdanên sûc, di sala 2018'an de 11 daxwaznameyên serlêdana sûç û di 2019'an de jî 16 daxwaznameyên serlêdana sûç ji dozgerên pêwendîdar re hatine şandin."
'DARIZANDIN TÊKILDARÎ BERPIRSYARAN E'
Baş nirxandinên salane yên venêrînin malî yên şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Venêrîna Sayiştayê li gorî serok diyar nabe, venêrîna malî ya Sayiştayê salane tê nirxandin. Ji ber vê yekê kesên ji xebatên di nav salê de hatine kirin berpirsyar tên dîtin, darizandin derbarê berpirsyaran de tê kirin. Rapora venêrîna malî jî tu demê bêyî ku cûdakarî bê kirin weke venêrîna salê tê sazkirin."
MA / Dîren Yûrtsever