AMED - Dr. Evîn Bahar Dundar a 3 salin li kampên penaberan xizmeta nexweşan dike, diyar kir ku koçberî bi serê xwe binpêkirina mafê tenduristiyê ye û wiha got: "Koçberî dibe sedem ku mirov tenduristiya xwe winda bike. Bi koçberiyê re tenduristiya mirovxera dibe."
Li Tirkiye nêzî 4 milyon koçber dijîn.Ji van koçberan nêzî 3 milyon û 500 hezar piştî şerê li Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirin. Penaberên ku koçî Tirkiyeyê kirin di nava şertên herî xirab û xizaniyê de dijîn. Bi kedek erzan kar dikin û ji mafê xwe yê perwerdehî, tenduristî û civakî dûr in. Serokomar Tayyip Erdogan her dem bi penaberan Yekîtiya Ewropa û welatên cîhanê tehdît dike. Li gel ku di zagonên neteweyî û navneteweyî de diyar dike ku pêwiste mafê penaberan ê ziman, çand, perwerde, tenduristiyê bê parastin jî li Tirkiyeyê bi milyonan penaber di kampan de dijîn û ji hemû mafê xwe bêpar in.
Li gorî rapora Yekîtiya Tabibên Tirk (TBB) a "Şer û Koçberiyê" penaber piştî koçber dibin nikarin li xwarina xwe baldar bin û ji ber birçî dimînin nexweşiyên bê vîtamînî, anemî zêde dibe. Hêjmara ducaniyên li dijî vînê, ducaniyên bi rîsk, komplikasyonên welidînê zêde dibin. Mezinkirina zarokan û xwedîkirin dibe pirsgirêka sereke. Ji ber xwarina kêm û şertên qirêj nexweşiyên sitma, menenjit, tifo, bêhalî, berşoşî û hwd zêde dibin. Dîsa rîska enfeksiyonên HIV/AIDS ên bi rêya têkiliyên zayendî derdikevin holê jî zêde dibin. Ev di heman demê de bandora xwe li ser derûniya penaberan jî dike. Endama Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Evin Bahar Dundar, ku 3 salin bi dildarî li kampa penaberan xizmeta tenduristiyê dide diyar kir ku 3 salin xizmeta tenduristiyê dide û wiha got: "Piştî DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Êzidiyên Şengalê kirin, ji bo alikariya tenduristiyê bidim penaberan bi dildarî çûn Bajarê Zaxo. Şert û mercên wan ên ava paqij, xwarina germ, cihê mayînê, cihê tuwaletê û serşuştinê tune bû. Em li kampek wisa dixebitîn. Ji hemû mafê jiyanê bêpar bûn. Her tişt kêm bû. Tenê hekîmekî wan û çend xizmetkarên tenduristiyê hebû. Di koçberiyê de herî zêde zarok û jin dikevin bin bandorê. Divê mudaxaleya ewil ji bo wan bê kirin."
'EWIL NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ BELAV DIBIN'
Dundar, da zanîn ku li herêmên koçberî lê heye, nexweşî zêde dibin û nexweşiyên şewbê belav dibin. Dundar, anî ziman ku welatiyên cihê xwe terk dikin, ji şertên paqij dûr dikevin û wiha got: "Ji ber cih û hewa tê guhertin û di nava şertên ne paqij de dijîn nexweşiyên wekî zikêş, bêhalî, enfeksiyona kezeb, pişik zêde dibin. Dîsa nexweşiyên bi rêya zayendî zêde dibin. Hekîm û xizmetkarên tenduristiyê yên fêrî nexweşxaneyên steril (paqij) bûne, dema derbasî nava şertên nansteril (neguncav) dibin zahmetiyan dijîn."
'BI KOÇBERIYÊ RE MIRIN ZÊDE DIBE'
Dundar, destnîşan kir ku kesên koçber piştî koçberiyê ji ber di nava şertên qerab û bê tenduristî de dijîn, nexweş dikevin û bi koçberiyê re nexweşî û mirin zêde dibe. Bi koçberiyê re nexweşiyên kronik zêde dibin. Bi rêk û pêk nikarin tedawî bibin û nikarin derman bixwin. Kesên nexweşên dil û tansiyonê ger ku dermanê xwe bi xwe re negerînin rîska mirinê zêde dibe. Zarok nikarin li dijî nexweşiyan zêde li ber xwe bidin. Bedena wan ne xwedî hêz û dîrenc e. Bedena wan li dijî enfeksiyonan ne xurt e û nikarin xwe li dijî nexweşiyan biparêzin. Ji ber vê yekê zarok zû nexweş dikevin. Koçberî bi xwe re binpêkirina mafan, nexweşî û mirinê tîne."
Divê hemû bijîşk, bijîşkên cîhanê, bijîşkên sînornenas, bijîşêk TTB'ê yên dildar tev bîrdozî û polîtîkayên dewletan dînin aliyekî û bi awayekî kolektif piştgiriyê bidin penaberan."
MA / Fethi Balaman