STENBOL - Polisan, bi ser mala Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû de girt û ew binçav kirin.
Polisan, îro serê sibehê li Stenmbolê bi ser mala Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû de girt û ew binçav kirin. Polisan, Şenoglû birin Miduriyeta Polisan a Stenbolê ya li Vatanê û ji bo 3 rojan derbarê wî de biryara binçavkirina derxistin. Hat hînbûn ku Şenoglû di çarçoveya lêpirsîneke ku li Amedê tê kirin de hatiye binçavkirin.
HDK'Ê DAXUYANÎ DA
HDK'ê têkildarî binçavkirina hevberdevkê xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê ev daxuyanî da: "Vegera çerxa zilmê didome. Hevberdevkê me Sedat Şenoglû hat binçavkirin. Em tenê ne rêvebirên têkoşîna îro di heman demê de rêvebirin têkoşîna sibê ne jî. Em ê nebetilin, kêm nebin û têkneçin."