NAVEND NÛÇEYAN - Nivîskar û Dîroknasa Kurd Şefîqa Elî ya li Başûr Kurdistanê weke Leylan tê naskirin, bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û got: "Divê aliyên siyasî dersan ji dîrokê derbixin û yekitiya împaratoriya Medya zindî bikin." Leylan banga Mûrat Karayilan a ji bo yekitiya neteweyî weke bangek "pîroz" nirxand.
Nivîskar û Dîroknasa Kurd Şefîqa Elî ku li Başûrê Kudistinê dijî û weke Leylan tê naskirin, derbarê yekitiya neteweyî û banga yekitiya neteweyî ya gelê kurd a Endamê Komîteya Rêveber ê PKK'ê Mûrad Karayilan di 5'ê Mijdarê de, di Bernameyek Taybet a Stêrk Tv kir de, ji Ajansa ROJnewsê re axivî.
Endamê Komîteya PKK'ê Karayilan di Bernameya Taybet a Stêrk TV de, pêşniyar kiribû ku bi rêya KNK'ê jirewşenbîr, nivîskar, hunermendên bê alî yên li Kurdistanê dijîn ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî komîsyonek bêavakirin.
'EM YEKITIYA MEDYA ZINDÎ BIKIN'
Leylan, ev banga yekitiya neteweyî ya gelê kurd a Karayilan, weke bangek "pîroz" nirxand û diyar kir divê aliyên siyasî dersan ji dîrokê derbixin û yekîtiya împaratoriya Medya zindî bikin.
Leylan, bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd û wiha axivî: ""Pêwîst e rewşenbîr rol bigirin. Ew xwende ne, dizanin bê Kurdistan çawa parçe parçe bûye û hatiye dagirkirin. Ez bi kêfxweşî amade me ku bi her awayî beşdarî avakirina yekbûna navxweyî ya kurdan bibim.”
'DIVÊ KURD BIRYAR BIDIN'
Leylan a behsa împaratoriya Medya ya bi şoreşa Diyako ava bû û paşê bi xiyanetê hilweşiya jî kir û wiha bilêv kir: “Divê aliyên siyasî ders ji dîrokê werbigirin. Ji bo ku dîroka xiyanetê carek din dubare nebe. Pêwîst e yekîtiya împaratoriya Medya zindî bikin. Divê dagirker di bihostek axa Kurdistanê de nemîn in. Pêwîste ku rewşenbîrên kurd têkildarî derxistina baregehên dagirkeran, hewl bidin ku li Iraq û Herêma Kurdistanê biryaran derbixin.”