STENBOL – Nivîskarên kurd bal kişandin ser zext û qedexeyên li ser kurdî û gotin, gerek gelê kurd zimanê kurdî li navenda jiyana xwe bi cih bike.
Fûara Pirtûkan a 38'an a Stenbolê didome. Îsal gelek weşanxaneyên kurdî jî tev li fûarê bûne û her wiha nivîskarên kurd jî ji bo xwendevanên xwe pirtûkên xwe îmze dikin. Nivîskarên kurd bal kişandin ser zext û qedexeyên li ser kurdî û bang kirin ku kurd bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin.
'BI ZIMANÊ XWE BIAXIVE DA TU HEBÎ'
Nivîskar Mevlut Aykoç, anî ziman ku gava behsa gelekî tê kirin ewilî zimanê wî gelî tê bîra mirov û got: "Eger gelek ji zimanê nivîskî bêpar be, em ê nikaribin behsa wî gelî bikin. Loma divê tim û tim ziman bê parastin. Ji ber vê em dibêjin zimanê me hebûna me ye." Aykoç, diyar kir ku ew bi distûra "Bi zimanê xwe biaxive da tu hebî" xebatên ji bo ziman dike û got, divê her kurdê ku dikare pênûsê hilgire zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe, bi zimanê xwe bixwîne, bide xwendin û nivîsandin.
'DIVÊ KURD XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'
Aykoç, destnîşan kir ku hebûn û berdewamiya zimanê gelekî girêdayî ciwanên wî gelî ne û got: "Niha tenê ne kurdî, navê kurdan bi xwe tê qedexekirin. Wezareta Tirkiyeyê mudaxileyî kursên kurdî yên li Çînê jî dike. Baş dizanin gava ku kurd zimanê xwe hîn bibin wê bi ser bikevin. Dibêjin, ev li Çînê be jî qedexeye. Loma divê kurd hemû wedî li zimanê xwe derkevin."
'POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TÊN MEŞANDIN'
Nivîskar Mehmet Oncu jî anî ziman ku li ser kurdî polîtîkayên qirêj tên meşandin. Oncu, diyar kir ku ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha kurdî zimanekî qedexeye û got: "Ev yek sîrayetî civaka tirk jî kiriye. Dibêjin, ger kurdî bibe xwedî statu wê tirkî bê qedexekirin. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Azad û serbetîbûn çi qasî hebe wê civak ew qasî aram be."
WÊJEYA KURDÎ Û NETEWEYÎBÛN
Nivîskar Qahir Bateyî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo nirxên kurdan hemûyan bêtehemuliyek heye û got, divê kurdî û wêjeya kurdî bibe ziman û wêjeyeke neteweyî. Bateyî, got: "Nêzîkatiyeke dûrî neteweyîbûnê, wê me birizîne. Çawa ku hewldaneke vê pergalê ya ji bo tunekirina kurdî heye, divê li hemberî vê stratejiyeke kurdan jî hebe."
Her wiha Bateyî bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got: "Ev ji bo kurdî firsendeke. Tu carî wekî niha şert û merc ji bo yekîtiya netweyî musaîd nebûbûn. Demildest divê ev yek pêk bê."
'MIROV CÎHAN Û GELÊ XWE BI ZIMANÊ XWE YÊ ZIKMAKÎ NAS DIKE'
Nivîskar Îrfan Babaoglû jî destnîşan kir ku mirov cîhanê û gelê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî nas dike. Babaoglû, anî ziman ku divê li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn kurd zimanê xwe li navenda jiyana xwe bi cih bikin û jiyana xwe li gor vê ava bikin. Babaoglû, got: "Heger mirov bi zimanê xwe yê zikmakî mezin nebe, bi zimanê xwe neyê perwerdekirin wê çaxê wê ji jiyanê sar bibe. Wê di derheqê cîhanê de baş serwext nebe. Serwext bibe jî wê ev serwextbûyîn nîvco be. Loma zimanê zikmakî pir girîng e. Divê kurd xwedî li vî zimanî derkevin. berî her kesî divê em xwedî lê derkevin. Li malê, li kuçe û kolanan, li metrepol û bajaran, li gundan, li qadên jiyanê hemûyan divê em xwedî li zimanê xwe derkevin."
MA / Mehmet Halit Çetinbaş