COLEMÊRG - Bi hatina zivistanê re sekn ji şêniyên mezrika Orîte ya gundê Kotranîsê re tuneye. Şêniyên gund, gihayên ku havînê dirûtibûn niha dikin ka û dixin xirara. Her wiha gûz, sêv û hirmiyên bi daran ve mane jî jê dikin.
Li mezrika Orîte ya gundê Kotranîs ê Colemêrgê, gundî ji bo zivistanê bênavber dixebitin. Berî ku berf bibare, gundî gihayên ku havînê dirûtibûn li patosê dixin û dikin ka û dixin xirara. Her wiha gûz, sêv û hirmiyên bi daran ve mane jî jê dikin.
‘PAR EM NEHATIN'
Şêniyê mezrika Orîteyê Ahmet Kaya, gihayên ku havînê dirûtine tevî dayika xwe dike ka û dixe xiraran. Kaya, anî ziman ku her sal van çaxan gundî bênavber dixebitin û got: "Ez, xwişk û birayên xwe û dayika xwe li Colemêrgê dijîn. Em berê li vira bûn. Lê belê par ji ber hin bûyeran em nehatin mezrikê. Lê em îsal hatin û me erdên xwe çandin. Her sal van çaxan gundî bênavber dixebitin. Em gihayên ku me havînê dirûtine dikin ka û dixin xiraran. Em ê qismek jê bifiroşin. Her wiha gûz, sêv û hirmî jî li gundê me hene. Em wan jî berhev dikin."
Siddik Guler ê 70 salî jî, got: "Ên li gund giş aliyên hev du dikin. Li gund kî bitengije, meseleyeke kê hebe gundiyên din alîkariya wan dikin. Di tiştên wiha de ne hewce ye em li hemn gundî û mezrikê bin. Mesela e û hevalê xwe Derwêş ji bo alîkariya birayê xwe Ahmet bikin em hatin gundî Ilîkê. Ê ku bixwaze bixebite kar heye. Ez 70 salî me û li gund her karî dikim. Her wiha divê dewlet dev ji gund û mezrikên me berde. Eger em karibin bi rihetî bên gund û karibin heywanan xwedî bikin, em ê sed qatê tişta li bajêr qezenc dikin li vira qezenc bikin. Jiyana li bajêr em mexdûr kirine. Ên di kirê de nikarin heqê kirêya xwe bidin. Her tişt biha bûye. Li bajaran kar bi destê mirovan nakeve. Lê li gund em dikarin erdên xwe bajonin û heywanên xwe xwedî bikin. Yanî jiyan hebe, ew jî li gunda ye. Hizûr li gunda ye."
‘BARÊ JINA GIRAN E'
Hatem Kaya jî bilêv kir ku bi alîkariya cînarên xwe karên xwe dike û got: "Ji xwe barê jina tim giran e. Em hem karê malê dikin, hem li zarokan dinerin, hem xwarinê çê dikin û hem jî alîkariya zarokên xwe hevjînê xwe û bavê xwe dikin. Gava hevjînê min mir zarokên min hûr bûn û kar giş ketibû ser milê min. Niha jî ez û kurê xwe Ahmet bêyî muhtacî kesî bibin karê xwe dikin." Kaya, da zanîn ku par ji ber qedexeyan nikaribûn bn gund û got: "Li bajêr zarokên min diçin dibistanê. Yanî meaşê kesî tuneye. Em tenê debara xwe bi gund dikin. Îsal min û kurê xwe giha dirût û niha me kiriye ka û em ê bifiroşin. Jiyana me ya li gund pir xweş e. Û heke dest nedin gundan wê pêdiviya me bi kesî çê nebe. Çimkî bi salan e me çi çandiye axa meber daye û niha jî em bi saya gund li ser piya ne."
Dervîş Temel jî got: "Em di sala 1994'an de çûn Colemêrgê. Bi salan e em tên gundên xwe û erdên xwe dajon. Em tên giha didirûn û erdên xwe dajon. 10 sal berê kîloya kayê bi lîreyekê bû niha jî bi lîreyekê ye. Lê tiştên din hemû biha bûne."
'EM BEXTEWAR IN'
Temel, da zanîn ku wan xaniyê xwe yê berê selihandiye û ketinê û got: "Gava ez hatim gund min 100 darên sêvan çand. Min li ber xaniyê xwe jî petêx çandin. Lê belê beraz û hirç tên darên me yên fêkiyan dişkînin û fêkiyan dixwin. Ji ber Qereqola Sêvînê em nikarin li hemberî van heywanên kovî çekê jî bi kar bînin. Çend şev berê beraz hatin û min bi keviran bera wan da. Lê çi dibe bila bibe em li gund bextewar in."
MA / Hamza Gunduz