RIHA – Cenazeyê rojnameger Vedat Erdemcî yê di êrişa Tirkiyê ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da 28 roj in di destê endamên “SMO’yê” de ye.
Tirkiyê di 9’ê Cotmehê de dest bi êrişa li dijî navçe û bajarên Bakur û Rojhilatên Sûriyê kir. Di êrişa Tirkiyê ya 11’ê cotmehê de rojnameger Vedat Erdemcî yê geşedanên diqewimîn dişopand jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Erdemcî 28 roj in di destê endamên “Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO)” de ye.
‘EZ CENAZEYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM’
Dayika Erdemcî Remziye Erdemcî da zanîn ku ew ji televîzyonê bihîstiye kurê wê jiyana xwe ji dest daye û got: “Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. Bila cenazeyê me radestî me bikin.”
‘EM JI NÛÇEYAN HÎN BÛN’
Remziye Erdemcî anî ziman ku piştî cezayê hefsê li kurê wê hatiye birîn derbasî Sûriyê bûye û piştî 3 mehan kurê wê lê geriyaye û gotiye “Ez êdî nikarim werim cezayê min heye.” Erdemcî diyar kir ku kurê wê Ferhat jî di sala 2015’an de li Serêkaniyê di êrîşan de jiyana xwe ji dest daye. Bila cenazeyê me bidin me.”
HEVALÊN WÎ BERSIVÊ DIDIN TELEFONÊ
Erdemcî anî ziman ku hevalên Vedat ên li Ewropa li telefona wî geriyane û hevalên Vedat telefonê vekirine û ji wan re gotine “Xwediyê telefonê miriye.” Erdemcî got ew jî ji şehadeta zarokê xwe hîn bûne.
VEDAT ERDEMCÎ KÎ YE?
Erdemcî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayîk bûye. Li gel xebatên çandê sedemek jî li yekîneya çapemeniyê ya Şaredariya Wêranşarê xebitiye. Zewicî û bavê du zarokan bûye. Ji ber dozekê dikeve hefsê û 3 meh girtî dimîne tê berdan. Doza wî berdewam kir û cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve tê erêkirin. Li ser vê yekê Erdemcî derbasî Rojava dibe û xebatên rojnamegeriyê dike. Vedat Erdemcî li Serêkaniyê di êrişên Tirkiyê û komên girêdayî wê SMO’yê de jiyana xwe ji dest da. Birayê Erdemcî, Ferhat Erdemcî jî di sala 2015’an de li Serêkaniyê di êrişa endamên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dide. Hat zanîn ku Vedat Erdemcî li Rojava li gel xebatên xwe yên rojnamegeriyê li bajaroka Baxozê ya Dêra Zorê ku ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li ser zarokên Êzidî hatibûn azadkirin belgeselek çê kiriye.