AMED - Welatiyên Amedê, têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurdan diyar kirin ku heta Kurd nebin yek wê herin yek bi yek û xwestin teqez Kongreya Neteweyî pêk bê.
Welatiyên Amedê der barê yekîtîya neteweyiya Kurd de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û xwestin Kurd yekitiya xwe ava bikin û Kongreya Neteweyî li dar bixin. Ji welatiyan Mahmut Karsû ê 32 salî diyar kir ku heta hemû Kurd nebin yek, hebûna wan di xetereyê de ye û got: "Îro piştî ketine Rojava divê Kurd hemû rabin ser piyan. Heta Kurd nebin yek Kurdistan jî nabe yek. Îro çar perçe ye. Çima em nakin yek perçe. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe, divê pêşiyên Kurdan bicivin û rê li pêş kuştina sivîlan bigirin. Ez bang li kurdê Bakûr dikim ku tev dakevin qadan. Heta em danekevin qadan ev şer naqede. Weke Kobanî divê em tev bibin yek û dakevin qadê."
Karsû, gotina Erdogan a "Kurd birayên min in" jî rexne kir û got: "Erdogan aliyekî dibê Kurd birayê min in di aliyekî jî me diqedîne. Ev çawa bihratî ye. Biratî tune ye."
'BILA PÊŞENGÊ KURD TIFAQÊ AVA BIKIN'
Welatî Mehmet Zahîr Yenîkan ê 65 salî jî diyar kir ku armanca Erdogan ewe ku kurdan ji holê rake û wiha axivî: "Çi kare wî li Suriyê heye. Tirko dibê ez ê wan derxînim mirovên xwe li wir bi cih bikim. Ji ber ku em ne tifaqin em nabin yek jî." Yenîkan, xwest mezinên Kurdan ji bo yekitiyê bibin tifaqek û wiha domand: "Yekitiya me hebe em ê xwe bi xelkê bidin naskirin ku em kurdin û em hene." Yenîkan, gotina Erdogan a biratiyê jî rexne kir û got "Biratiya Erdogan a hilbijartinê ye û biratiya mar û rovî ye."
'DIVÊ DESTÊ XWE BIDIN HEV'
Welatî Salih Ay ê 52 salî jî destnîşan kir ku wek gelê Kurd çar parçe yek in û wiha axivî: "Gereke em biratiya gelan zêdetir bikin. Gereke em destê xwe bidin hev. Em çend milyon kurd hene lê em nagihin hev tifaq tune. Nahêlin em bigihin hev. Herkes ji bo karê xwe me dikşînin. Kurdan difiroşin hev. Divê rêber û partiyên me tifaqê ava bikin."
'DIVÊ KURD KONGREYA NETEWEYÎ LI DAR BIXIN'
Welatî Hecî Tahir Zana yê 65 salî jî, da zanîn ku ji gelê Kurd zêdetir kes ne birayê kurdan e wiha got: "Ew kesên ku dibêjin ez mirov im û demokrasiyê dixwazin divê alîkariya Kurdan bikin. Hinek mezinên Tirkan hene dibên em birayê hev in. Em ne birayê hev in. Ma biratî bi vî awayî ye? Biratî bi qetilkirina Kurdan nabe. Heke biratî hebe divê Kurd neyên kuştin. Ez ji her çar perçeyê Kurdistanê rica dikim ku bibin yek. Êdî bes e. Ma hûn Rojava nabînin? Ma îro zilm û zora li ser Rojava dinya nabîne. Gereke temamê kurda bibin yek û Kongreya Netewî li dar bixin. Heke her çar parçeyê Kurdistanê bibin yek ji gelê kurd mezintir dewlet nînin. Îro 55 milyon gelê kurd û Kurdistanê hene. Ew Tirkoyê ku dibêje em birayê hev in vira dike. Me dikuje şaredarên me diavêjin zindana em vê tiştê qebûl nakin."
'ERDOGAN JI BO XAPANDINÊ DIBÊ EM BIRA NE'
Mihemed Henefî ê 72 salî jî diyar kir ku 50 milyon gelê Kurd li ser cîhanê heye û wiha got: “Ne Tirkiye ne Emerîka ne Avrupa nikare gelê kurd biqedîne. Ji Osmaniyan heta îro Tirk dibêjin ‘Kurd biçin hîvê, divê em ji biçin wir û wir xera bikin.’ Gereke gelê Kurd vê yekê bizane. Henefî, gotina Erdogan jî bibîr xist û got: “Erdogan ji bo Kurdan bixapîne dibê em birane."
'DEV JI BERJEWENDIYÊN XWE BERDIN'
Mehmet Bakan ê 54 salî jî da zanîn ku pirsgirêka gelê Kurd ya herî mezin netifaqî ye û wiha axivî: “Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin, bibin yek. Yekitiya gelê kurd ji nan û avê, ji xewê, pêşdetir e. Lazim e Kurd bicivin. Xwediyê vî welatî ewe ku yê ji yekitiyê re bixebite. Divê herkes dev ji berjewendiyên xwe yên qirêj berde û bibin yek. Kurdistan têra herkesê dike. Ji bo ku li Kurdistanê bibin xwedî maf divê Kongreya Neteweyî pêk bînin."