AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê, li Amedê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz, diyar kir ku ewê li dijî tacîz, tecawîz, komkujiyên jinan û îstîsmara zarokan bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amedê, starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê dan. Li avahiya HDP’ê ya Rezanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî civînê bûn.
Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz, di civînê de axivî û bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Jinan. Kavmaz, diyar kir ku têkoşîna jinan bi xwişkên Mîrabel dest pê kir û bi Rozayan û Sarayan bilind bû. Kavmaz da zanîn ku ewê vê têkoşînê li dijî faşîzmê di vê 25’ê Mijdarê de bilindtir bikin.
‘JIN DIBIN ÊRÎŞAN DE NE’
Kavmaz, dest nîşan kir ku jin dibin êrîşan de ne û wiha bilêv kir: “Li hemû qadan em dibin êrîşan dene. Cînayetên jinan bi nêzîkatiyên zayendperest, pergala darazê ya nikare edaletê pêk bîne û polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ye. Ev hemû ji heman çavkaniyê bi bandor dibin. Tenê di meha Cotmehê de 39 jin hatin kuştin. Her kes jî dizane ku cînayetên jinan polîtîkin.”
‘EM Ê KOMKUJIYA JINAN RAWESTÎN IN’
Kevmaz, da zanîn ku pergala qeyûm û polîtîkayên şer di serî de destkeftiyên jinan dikin hedef û wiha wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi dehan car êrîşî pergala me ya hevserokatiyê kirin. Bi vê armanca dikin ku têkoşîna jinan paş bixin, saziyên rêxistinkirî belav bikin, di jiyana gelemperî de jinan tasfiye bikin, jinan kontrola bikin û têkoşîna wê ya civakî asteng bikin. Ji ber vê, di dema OHAL’ê de, bi dehan komele, navend û malên stargehên jinan girtin. Bi hezaran jin ji kar derxistin. Sûcên li dijî destnedayîna zayendî zêdebûn û ceza kêm bûn. Komkujiyên jinan gehiştin asta hovîtiyê. Em ê li dijî tacîz, tecawîz, komkujiyên jinan, îstîsmara zarokan, talana nirxên xwe yên çandî û xwezayê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin. Em ê komkujiyên jinan rawestîn in! Em ê li her qadê jiyanê bin. Em li virin, em ê neçin cihek din û em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin.”