TEV-DEM: ‘Tirkiye bi çekên NATO’yê êrîşî gelê kurd dike’

  • rojane
  • 14:59 7 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên Tirkiyeyê de daxuyanî da û got: “Erdogan û Tirkiye bi alîkarî û çekên NATO’yê jenosîdê li dijî gelê kurd pêş dixe, gelê Xiristiyan koçber dike û zextan li gelê Ereb dike.”

 Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bêdengiya NATO û Neteweyên Yekbûyî (NY) û çekên Tirkiye bi kar tîne de daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM’ê, diyar kir kur Erdogan û Tirkiye ji bo ku vîna gelê Kurd bişikînin, ji bo gelê Kurd nebe xwedî statû û destkeftiyên kurdan tune bikin, di asta jenosîdê de şerekî bêexlaq û bêpîvan pêş dixîne.
 
Dewama daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: 
 
“Erdogan û dewleta Tirkiyeyê, ji bo îradeya gelê Kurd bişikînin, di asta jenosîdê de şerekî bêexlaq û bêpîvan pêş xistiye. Ji ber ku Erdogan hebûn û nebûna xwe, pêşeroja xwe di tunekirin û komkujiya gelê Kurd de dibîne bi awayekî hovane êrîş dike. Erdogan dijminekî gelê Kurd ê sondxwarî ye. Ne tenê Rojava û Başûr, Bakurê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd di bin zordarî û êrîşên hovane de ne. Li Bakurê Kurdistanê parlamenter û şaredarên ku bi rêjeyeke bilind ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û hevserokên HDP’ê jî di nav de bi hezaran endamên saziyên demokratîk ên gelê Kurd û yên HDP’ê bi awayekî siyasî hatine girtin.
 
BI ÇEKÊN NATOYÊ ÊRÎŞ DIKE
 
 Rojane 24 saetan nirxên gelê Kurd tên binpêkirin, her wiha goristan, çiya û baniyên gelê Kurd bi teknîka herî pêşketî bi sîlehên NATO’yê ve bombebaran dike. Ne tenê li ser kurdên Bakur, bi her awayî li ser Başûrê Kurdistanê jî hovîtiya xwe pêk tîne. Herî dawîn bi destê çeteyên DAIŞ û Nusrayê û bi hêzên faşîst ên paramîlîter weke OSO Efrîn dagir kir û bi sedhezaran Kurd neçar man ku koçber bibin. Demografiya Efrînê diguherîne û paqijiya etnîkî pêk tîne. Gef û êrişên faşîst Erdogan û yên dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Rojava û Bakurê Sûriyê hertim bi sedemên curbicur hebû. Îro careke din bi sedhezaran mirov çi Kurd, çi Ereb, çi jî Xiristiyan ji ber êrîşên hovane yên dewleta dagirker a Tirkiyê û bermahiyên çeteyên DAIŞ û Nusrayê ji bajar, gund û warên xwe hatine koçberkirin. Talan, tecawiz û paqijiya etnîkî li ser Rojava û Bakurê Sûriyê pêş dixîne. Pir diyar e ku Erdogan û dewleta Tirkiyeyê bi alîkarî û çekên NATO’yê û ji hêzgirtina saziyên weke Neteweyên Yekbûyî jenosîdê li ser gelê Kurd pêş dixîne, gelê Xiristiyan koçber dike û zextê li ser gelê Ereb dike.
 
 
Em weke gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan helwesta sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres şermezar dikin. Çawa dibe ku bi Erdogan ku destê wî ketiye xwîna gelan û deste wî hîn di nav xwînê de ye hevdîtinê çêdike. Li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê û polîtîkaya paqijiya etnîkî bêdeng dimîne û wateyê dide hovîtiya dewleta Tirkiyê ya li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê. Wexta Erdogan dibêje ku bi sedhezaran an jî bi milyonan kesên ku ne eydî vê axê ne ew ê li bajaran û gundan bi cih bike û bi sedhezaran Kurd, Ereb û Xiristiyan jî yên xwediyê vê axê ne ew ê koçber bikin sekreterê Neteweyên Yekbûyî Guterres xwe li bêdengiyê datîne û dibêje ku ew ê li ser van pêşniyar û projeyê bisekinin.
 
 
Ev çawa nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ye? Bangawaziya me ji Neteweyên Yekbûyî ew e ku ne weke nûnerên yekîtiya dewletan be, weke nav, rol û mîsyona xwe tevbigere, girêdayî nirx û pîvanên xwe be û nûnertiya miletan bike. Divê di serî de ji Erdogan bihata pirsin ew bi sedhezaran kesên ku ji ber bombardimana tang, top û balafirên te koçber bûne, ma mafên wan jî nîne ku li ser axa xwe bijîn? Erk û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî ew e ku hesab ji Erdogan û dewleta Tirkiyeyê bipirse, ne ku bibe şirîkê wê.
 
NATO BERPIRSIYARE
 
Em helwesta NATO’yê ya li dijî gelê Kurd jî şermezar dikin. NATO hem bi helwesta xwe piştgiriya Erdogan dike hem jî zextê li ser Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) dike ku fosfora spî ya li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan hatiye bikaranîn lêkolîn neke. Erdogan û Tirkiye ji ev nêzîkatî û helwesta NATO’yê hêzê digire û li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê paqijiya etnîkî pêş dixîne. Divê NATO ji vê neheqiyê re bêje bes e û dev ji durûtiyê berde. Pîvan û nirxên NATO’yê divê destûr neda ku dewletek endamê NATO’yê li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê yan jî li cihekî din ê dinyayê nehêle çekên kîmyewî yên ji aliyê navneteweyî hatiye qedexekirin bi kar bîne. Dewleta dagirker a Tirkiyê ev sedsal e tevahiya gelê Kurd weke ‘terorîst’ pênase dike. Em ji NATO’yê dipirsin gelekî ku bê nasname ye, gelekî ku nikare zimanê xwe yê dayikê bi kar bîne, gelekî ku bê statû ye, gelekî ku her roj û hertim di bin xeteriya paqijyia etnîkî de çawa dibe terorîst? Gelê Kurd weke hemû gelên cîhanê dixwazê mafên xwe yên xwezayî bijî û hebûna xwe biparêze. Baş e, em dipirsin kî terorîst e? Gelo kî terorê dimeşîne? Yê ku bi hezaran gund û bajarên gelê Kurd wêran kirine, bi milyonan Kurd bi darê zorê dane koçberkirin, bi hezaran çi jin, çi zarok, çi siyasetvan bi şêwazê kiryarên nediyar ew wenda kirine û paqijiya etnîkî pêk tîne yan jî yên daxwaza mafên xwe yên xwezayî dikin? NATO pêwîst e ku ne bi aqilê gelê Kurd ne jî bi îrade û nirxên gelê Kurd bilîze. Em careke din şermezar dikin ku çima NATO rê nade saziya OPCW’ê çekên kîmyewî taybet fosfora spî ku li ser gelê Kurd, li ser gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê bikaranî lekolîn bike û rapora xwe ji raya giştî re eşkere bike. Her weha saziyek weke OPCW’ê ku bi jiyana gelan û mirovan eleqedar e û eger hîn jî xwedî bi rûmet e divê tu zextan li ser xwe qebûl neke, erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê li gorî talîmatên NATO’yê tevnegere û li dijî paqijiya etnîkî, bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng bimîne. Ew çiqasî bêdeng bimîne jî gelek doktor û saziyên xwedî bi rûmet bi lêkolîn û xebatên xwe îspat kirine ku li ser gelê Kurd fosfora spî hatiye bikaranîn.
 
EM BÊDENGIYA HEYÎ ŞERMEZAR DIKIN 
 
Rexmî vê rastiyê ku hîn jî saziya OPCW’ê ku xwe li bêdengiyê datîne em şermezar dikin. Her wiha di wexteke ku li Rojava û Bakurê Sûriyê fosfora spî dihat bikaranîn de sefîrê Tirkiyê yê Laheyê Şaban Dîşlî serdana saziya OPCW’ê kir û qasî 30 hezar euro bexşîn kir. Divê saziya OPCW’ê gumanên wisa jî ji ser xwe rake. Em hêvî dikin ku OPCW ew ê li gorî nasnameya xwe, erk û berpirsyariya xwe tevbigere û li gorî pîvanên xwe yên exlaqî xwedî helwesteke bi rûmet be.
 
 Em di serî de spasiyên xwe ji wijdana mirovahiyê re ku piştgiriya gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê dikin, her wiha ji hemû sazî, kesayet, akademisyen û rewşenbîrên eleqedar ên ku piştgiriya berxwedana bi rûmet a gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê dikin, ji Yekîtiya Ereban, Parlamentoya Fransayê, Senatoya Amerîkayê û kesên taybet di vê mijarê de xwedî rol in pêşkêş dikin.
 
JI BO PARASTINA HEBÛNÊ EMÊ TÊBIKOŞIN
 
Divê hemû dinya bizanibe ku hîn jî paqijiya etnîkî li ser me berdewam e. Ji bo parastina rûmeta xwe û hebûna xwe, ji bo parastina azadiya xwe bedelê wê her çi be û çi pêwîst bike ew ê bê dayîn. Weke gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şehîd da û zêdetirî 20 hezar birîndarên me çêbûn, lê di heman demê de rûmeta mirovahiyê hat parastin. Em bi vê serbilind in. Çi DAIŞ be, çi erîşên jenosîdê yên Tirkiyeyê be, çi Nusra be û her wiha çi hêzên çete yên din be eger careke din pêwîst bike em ê ji bedel dayînê nerevin û gav paşde navêjin. Ji bo parastina hebûna xwe û rûmeta mirovahiyê bi îradeyek xurt û bi baweriyek mezin ew ê têkoşîna me berdewam be.”
 

Sernavên din

08/11/2019
13:52 HAK-PAR’ê banga ‘peymana yekîtiya neteweyî ya kurd’ kir
13:45 Rojnameger Akyol bi xwînerên xwe re tê gel hev
13:45 7 hezar tl ceza li Rojnameger Adnan Bilen birîn
13:27 Li xebatkarê Azadiya Welat 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
13:12 Li Stenbolê yek jê zarok 15 kes hatin binçavkirin
13:03 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wê Tirkiye çi bi vê 100 hezar makîneya sûc bike?
12:41 Ji bo Dayika Aştiyê ku polisan wê bi erdê ve kaş kiribûn daxwaza 10 sal ceza
12:30 Malbat Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Li Denîzlî traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî
11:43 Xelkê bi keviran dewriya Tirkiyê û Rûsya şermezar kirin
11:42 Li Şênê operasyona leşkerî ya hêzên teybet dest pê kir
11:07 Serokê Înîsiyatîfa Maf: Koçer: Qeyûm demokrasiyê binpê dike
10:38 Li Enqereyê 9 jinên hatine binçavkirin dê derxin dadgehê
10:36 Miduriyeta Polisan a Amedê ji bo rawestandina pêşiya HDP'ê pere teklîfî wan kir
10:36 DYA’yê ji bo Tirkiyeyê daxuyanî da: Sûce şer û paqijiya nijadî kirin
10:18 Polîsan rêveberên HDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê binçavkirin
10:09 Sayiştayê derbarê 31 qeyûman de serlêdana sûc kiriye
10:06 Dr. Dundar: Koçberî tenduristiya mirovan xera dike
09:59 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
09:55 Nivîskar û dîroknasa Kurd Leylan: Divê em yekîtiya Medya zîndî bikin
09:27 Ceza li kesên beşdarî daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn birîn
09:22 Yegen: Tirkiye li gor siyaseta 'bila kurd tiştekî jî bi dest nexin' tev digere
09:19 Îtiraza ji bo doza Ayvalitaş: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
09:14 Nivîskarên kurd: Bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin
09:12 'Ji bo daxwazên kedkaran em ê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin'
09:07 Çapa ewil a pirtûka 'Alîkariya Destpêkê' qediya
09:06 Bi hatina zivistanê re sekn ji colemêrgiyan re tuneye
09:05 Kîloya penêrê bi sîrik bû 45 TL ye
09:04 Cenazeyê rojnameger Vedat Erdemcî 28 roj in di destê SMO’yê de ye
09:04 'Heta kurd nebin yek wê herin yek bi yek'
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
08:11 Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin binçavkirin
07/11/2019
16:27 Karkerên ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyan hatin astengkirin
15:53 Salek şûnde pirsnameya HDP’ê bersivandin: Pirsgirêka Akkuyu tune
15:50 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Em ê bêdeng nemîn in û li ber xwe bidin
15:44 10 meh ceza dan rojnameger Sonmez
15:20 Ji ber Rojava cezayê hucreyê dan 54 girtiyan
14:59 TEV-DEM: ‘Tirkiye bi çekên NATO’yê êrîşî gelê kurd dike’
14:58 Macran NATO rexne kir: Mirina mejî pêk tê
14:57 TMSF'ê daxwaza karkeran qebûl kir
14:27 Karkerê 41 salî Altintaş, bû qurbanê kar
14:22 Banga beşdariya mitînga Egîtîm Senê kirin
14:21 TJA: Medya hewzê têkoşîna jinan hedef digire
13:42 HDP'ê li Rihayê dest bi amadekariyên kongreyê kir
13:37 SYKP’ê wê konferansa ‘Ekolojiya Polîtîk’ lidar bixe
13:21 Tirkiye êrîş dike Rûsya û DYA temaşe dike
12:58 Li Girtîgeha Denîzliyê 41 pirtûk hatin qedexekirin
12:58 Kesekê li Edliya Çaglayanê întîxar kir
12:57 Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Darên zeytûnên Efrînê weke êzing tên firotan
12:52 Meclîsa Jinan a Enqereyê: Endamên me li midûriyeta polîsan rastî tundiyê tên
12:39 ‘Enqere Interpolê ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne’
12:17 Hevjîna Bexdadî di 2018’an de li Hatayê hatibû girtin
12:16 HDP'ê şerh danî ser pêşnûmeqanûna nû ya bacê
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 Polîsan HDP'î jî di nav de 12 kes li Elkê binçav kirin
11:05 101 sal berê îro: Kovara JÎN derket
10:37 Zewaca di temenê biçûk de û tundiya 32 salan
10:11 Arslan: Em bi rihê yekîtiya neteweyî diçin kongreyê
10:07 Li ser îfadeya 2 kesan 15 sal ceza ji Hevşaredara Karazê dixwazin
10:04 Tûran: Biryarên li dijî partiya me biryarên hiqûqî yên şerin
09:13 'Kuştina bijîşk Seng, sûcekî navneteweyî ye'
09:12 ‘Tirk, li hemberî kurdan bi nefretê hatine tijekirin'
09:12 ‘Ji bo em ji gund derkevin rê girtin'
09:11 Banga şîrbirayê Mesûd Barzanî ya ji bo 'yekîtiya neteweyî'
09:10 23 sal in Reşikan çê dike
09:10 Karkerên înşaatê: Heta em heqê xwe nestînin em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2019'AN
06/11/2019
17:46 QSD: Me 27 çete kuştin, tangek û erebeyeke eskerî îmha kir
16:45 Erdogan: Me hevjîna Bagdadî girt
16:27 Egîtîm Sen: Divê YOK bê rakirin
15:45 Karkerên madenê yên Somayê çalakiya xwe bi dawî kirin
15:38 Leyla Guven: Çareserî li Îmraliyê ye divê deriyê Îmraliyê vebe
14:28 Tirkiye ji bo rêya M4 kontrol bike êriş dike
14:23 TGS: Derxistina 45 endamên me ya ji kar, êrîşa mafê sendîkayî ye
14:00 Li Qoserê şermezarkirina qeyûm: Karmendê hatiye tayînkirin ne meşrû ye
13:45 Îttîrazê tehliyeya Altan û Ilicak kirin
13:29 'Butçeya 2020'an butçeya şîrketa Erdogan e'
13:05 Di danişîna rojnameger Parlak de şahidên nepen hatin derewandin
12:59 Hevserokên HDP'a Stenbolê: Em ê ji bo welatek demokratîk têbikoşin
12:50 Komîsyona Lêkolîna Meclîsa: Li Girtîgeha Sîlîvrî du caran kelepçe dikin
12:12 ‘Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne’
11:44 Lêkolina Qadê: Hilbijêrên HDP'ê dê di hilbijartinek din de deng nedin CHP’ê
11:34 Malbatên li ber HDP'ê bi hev ketin: Akkoyûn a ku dest bi çalakiyê kiribû hat dûrxistin
11:19 TMMOB'a Amedê hûrguliyên bajarên hatin hilweşandin kiriye rapor
10:26 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin
10:26 Taşçier: Yekitiya neteweyî dê rê li pêş komkujiyê bigire
10:17 HDP'ê nûçeyên 'derabe girt' derewand: Xebatên me li kuçeyan didomin
10:14 Li Enqere û Mersînê 6 jin hatin binçavkirin
09:39 Dayika Aştiyê ya 65 salî: Li min dan û heqareta giran kirin
09:39 'Em ne li şaredariyê ne, lê em di nav gel de ne'
09:38 Sonmez: Wê gel bi pêşnûmaya bacê ya nû hîn bêtir xizan bibe
09:37 Hevseroka MEBYA-DER'ê ya polîsan gef lê xwar serî li ÎHD'ê da
09:37 Îcraatên qeyûmên Qoserê: Derbarê kurdan de çi hebû guherandin
09:36 60 sal in aşvaniyê dike
09:34 Estûkyan: 'Peymana Tirkîtiyê' di dewrê de ye
09:34 Ji bo bi hezaran delîlan xwe li nedîtinê danîn, 'Zarokên baş' ber bi beraatê ve diçin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2019'AN
05/11/2019
20:22 Serokê RTUK'ê îstîfa kir
19:43 Balafirên TSK'ê piştî Xanesorê, Barê bombebaran kirin
18:07 Welatiyê wesayît lê qelibî giran birîndar bû