RIHA - Rêxistina Bajar a HDP'ê ya Rihayê, bi şîara "Em bi hêvî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" dest bi amadekariyên kongreya xwe ya 3'emîn a asayî kir.
Rêxistina Bajar a HDP'ê ya Rihayê, bi şîara "Em bi hêvî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" dest bi amadekariyên kongreya xwe ya 3'emîn a asayî ku dê 10'ê mijdarê li dar bixe, kir. Parlamenterên HDP'ê yên bajar Ayşe Surucu û Omer Ocalan, endamên Meclisa Partiyê Îbrahîm Erkul, Haret Alp, aktîvîstên TJA'yê jî di nav de HDP'î li navçeyên navendî Xelîliye û Eyyûbiyeyê esnafan ziyaret kirin û têkildarî kongreyê belovak belav kirin û gel vexwendin kongreyê.
Surucu banga tevlîbûna kongreyê kir û ev tişt anî ziman: "Li dijî êrîşên ku li ser gelên me hatine destpêkirin, em bi awayekî topyekûn li dora HDP'ê bibin xelek û li partiya xwe xwedî derkevin." Dê HDP'î heta dawiya rojê li navend û navçeyên Rihayê bigerin û gel vexwînin kongreya xwe. Dê kongre bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Sezaî Temllî li Eywana Dewetê ya Şehîtlîk Çamlikê bê li darxistin.