ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Enqereyê Denîz Akil, diyar kir ku endamên wan ên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan rastî muameleya xerab hatin û wiha got: “Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin"
Meclîsa Jinan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê têkildarî endamên xwe yên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin daxuyanî dan. Meclîsa Jinan li avahiya HDP'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta “Yên di bin çavan de ne bila serbest bên berdan" vekirin. Di civînê de endamên Tora Parastina Jinê û Platforma Jinan a Enqereyê jî di navde gelek jin amade bûn. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê Deniz Akil, diyar kir ku der barê lêpirsînê de agahî nedane parêzeran û jinên hatine binçavkirin rastî muameleya xerab hatine. Akil, da zanîn ku endamên wan beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinê hatine binçavkirin û wiha got: “Jin bi rêya medya hevkar hedef hatin nîşandan. Yên hatin binçavkirin rêveber û aktîvîstên HDP'ê ne. Ger ku daxwaza aştiyê sûc be, em jin dê aştiyê bixwazin û bibin şirîkê vî sûcî. Em dê vî sûcî berdewam bikin."Akil, diyar kir ku endamên wan ên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan rastî muameleya xerab hatin û wiha got: “Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin"
Duh polîsan Rêvebera HDP'ê ya Enqereyê ya berê Derya Bakir, Rêvebera HDP'ê ya Çankayayê Hanim Binicî, Endama HDP'ê Meryem Kiraz, Endama DAD'ê Sevgi Sazan Kişin û Xebatkara KESK'ê Newroz Kirkaya, Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Merve Aytemur, Zozan Yeliz Yıldırım, Nazan Okmen û Ayfer Apaydin hatibûn binçavkirin.