AMED - Keça Mûteber Akbûlût ku li navçeya Bismilê ji aliyê zilamê ku pêre zewicandibû ve hat qetilkirin Fîlîz Cengîz diyar kir ku bavê wê bi salan tehdê li dayika wê kiriye û ji ber vê yekê daxwaz kir bavê bi tu awayî ji girtîgehê dernekeve.
Mûteber Akbûlût (49), di 3'ê Mijdarê de li navçeya Bismil a Amedê ji aliyê Hasîp Akbûlût (65) ku pê re zewicandîbû ve hat qetilkirin. Kujer Akbûlût ku piştî cînayetê kincê xwe guherandibû û xwe radestî polisan kiribû, li dadgehê hat girtin. Mûteber Akbûlût ku bi derbên kêran jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê, li Goristana Akpinar a navçeyê hat veşartin.
DI 17 SALIYÊ HAT ZEWICANDIN
Hat diyarkrin ku Akbûlût di 17 saliya xwe de bi pismamê xwe Hasîp Akbûlût ku 16 salan jê meztir re bê dilê xwe hatiye zewicandin. Hat hînbûn ku ev zewac zewaca Hasîp Akbûlût a duduyan bûye û ji ber ku tundiyê lê kiriye hevjina wî ya ewil dev ji berdaye.
BI SALAN TUNDÎ LÊ HAT KIRIN
Keça Akbûlût Filîz Cengîz xwest ku cezayê herî giran li bavê wê Hasîp Akbûlût bê birîn û wiha got: “Gelek caran bi kêran êrîşî dayika min dikir, her car me asteng dikir. Lê roja ku dayika min qetil kir em ne li mal bûn.”
‘TU PIRSGIRÊKEK WÎ YA DERÛNÎ TUNEBÛ’
Cengîz gote gotin ku pirsgirêkên bavê wan ên derûnî hebûne jî derewand û diyar kir ku ev gote got ji rastiyê dûr in û ev tişt anî ziman: “Salên berê gelek caran çena dayika me şikand. Cînayetê bi zanebûn û xwestin pêk anî. Dayika me piştî her êrîşî ji ber fikarên civakê dev ji bavê me bernedida.”
‘EM NAXWAZIN JI GIRTÎGEHÊ DERÊ’
Cengîz destnîşan kir ku ew naxwazin bavê wan bi tu awayî ji girtîgehê derkeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e tehde û tundî li dayika me kir. Bila cezayê xwe bikişîne. Em li benda piştevaniya saziyên jinan e.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel