Arslan: Em bi rihê yekîtiya neteweyî diçin kongreyê

img

AMED – Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku ew ê di 30’ê mijdarê de bi rihê yekîtiya neteweyî kongreya partiya xwe li dar bixin û divê ev rojeva lezgîn a kurdan neyê paşda xistin. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara “Em bi rihê yekîtiya neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin” dê di 30’ê Mijdarê de li Enqereyê li dar bixe. DBP’ê piştî civînên xwe yên navendî biryara li dar xistina kongreyê girt. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan kongreya dê li dar bixin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Arslan diyar kir ku ji ber zext û sepanên antî demokratîk ên AKP’ê li Tirkiyê siyaseta demokratîk wateya xwe winda kiriye û got: “Ji bo tenê wateyek van sepanan heye. AKP wateyê li siyaseta demokratîk û hilbijartinê zêde nake. Bi rejîma yek zilamî her roj li Tirkiyê qanûnên tên binpêkirin. Îdia dikin ku vî welatî birêve bibin. Lê bi van ferzkirin û sepanên xwe yên li ser civak ûs siyasetê nikarin birêve bibin.” 
 
'JI BO DESTKEFTIYÊN KURDAN EM TÊDIKOŞIN’ 
 
Arslan da zanîn ku tevî hemû zext û zordariyên li ser partiya wan û partiyên kurd jî ew di siyaseta demokratîk de israra xwe dewam dikin û wiha domand: “Ji ber vê yekê me biryara kongreyê girt. Em wek DBP’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û kurd destkeftiyên xwe qezenc bikin bi riyên demokratîk têdikoşin.” 
 
'EM DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE BI ISRAR IN’ 
 
Arslan da zanîn ku DBP li dijî feraseta yekperest a li Tirkiyê ji bo pêvajoyek demokratîk, wekhev û aza dli pêş bikeve têdikoşe û wiha axivî: “Bi salane li qada siyaseta demokratîk li gel hemû astengiyan jî em wek DBP’ê ji bo berpirsiyariya li hember gelên me em di siyaseta demokratîk de israr dikin. Ji ber vê yekê jî em di şertên zehmet de têdikoşin. Hevseroka me ya giştî Sebahat Tuncel jî di nav de gelek rêveberên me girtî ne. Mixabin AKP ji bo ku partiya me bêfonksiyon bike van zextan dike. Bi girtinan dixwazin partiya me nikaribe biaxive. Tevî vê yekê em dibêjin divê qada siyaseta demokratîk vekirî bimîne û birêvebirina siyaseta demokratîk û pirsgirêk werin çareserkirin em ê kongreya xwe pêk bînin. Em ê ji bo pirsgirêkên li Tirkiyê û derbarê pirsgirêka kurd de ramanên xwe bînin ziman.” 
 
'EM JI BO HDP’Ê VEKIŞIYAN’ 
 
Arslan anî ziman ku beriya kongreyê wan lig elek bajar û navçeyan rêxistinên xwe fesh kirine û got: “Me tenê rêxistinên xwe yên li Dîlok, Amed, Wan û Mêrdînê parast. Sedema vê jî ew e ku li Tirkiyê bi taybetî li dijî siyaseta demokratîk a kurd gelek êriş hene. Îro li Tirkiyê rastiya HDP’ê ku siyaseta demokratîk a krud û muxalafetek sereke ya li Tirkiyê dike heye. Em jî partiyek ku pêkhateya HDP’ê xurt dikin e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê em yek ji partiyên herî bi hêz in. Ji hin bêtir HDP xurt bibe û fikra HDP’ê li Tirkiyê were rûniştandin me biryar girt ku em di bin sîwana HDP’ê de têkoşîna xwe ya demokratîk birêve bibin. Ji ber vê yekê jî em neçarbûn pozîsyona rêxistinkirina xwe birnirxînin. Li gelek qadan em di leha HDP’ê de vekişiyan û me vê biryarê xist meriyetê.” 
 
Arslan diyar kir ku ji bo çareseriyên pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyê û bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêka kurd dê li her deverê gotinên xwe bînin ziman û xebatên xwe dewam bikin. 
 
'ME XWE PAŞ VE NEKIŞANDIYE’ 
 
Arslan da zanîn ku ji bilî 4 bajaran feskirina rêxistinên xwe din divê wek qelsiyê neyê nirxandin û got: “Ev ne paşde kişandinek e. Ji bo HDP bêtir bi hêz siyaset û xebatek rêxistinkirî bimeşîne me van rêxistinên xwe fesh kir. Têkoşîna me dewam dike.” 
 
'YEKÎTIYA NETEWEYÎ LEZGÎN E’ 
 
Arslan destnîşan kir ku ew bi rihê yekîtiya neteweyî ya kurd dê kongreya xwe li dar bixin û wiha got: “Di nav kurdan de êdî yekîtiya neteweyî rojevek bi qasî ku neyê paşda xistin lezgîn e. Gelê kurd her dawî di êrişên li dijî Rojava de dît ku tekane mîsogeriya rizgariyê heye ew jî yekîtiya kurdan e. Ji ber vê yekê kurd ji aliyê serdestan ve dabeşî 4 parçeyan kirine. Halbûkî kurd yek parçe ne. Kudistan Kurdistan e. Hêviya me ew e ku di sedsala 21’ê de kurd bibin yek.” 
 
HER KESÎ VEXWEND KONGREYÊ 
 
Arslan hem bang li Tirkiyê hem jî li gelên Kurdistanê kir û xwest her kes li dijî faşîzma li ser wan tê ferzkirin ji bo azadiyê û demokrasî li pêş bikeve li derdora DBP’ê bibin xelek û hemû aliyan vexwend kongreya partiya xwe ya di 30’ê mijdarê de dê pêk were. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 

Sernavên din

08/11/2019
13:52 HAK-PAR’ê banga ‘peymana yekîtiya neteweyî ya kurd’ kir
13:45 Rojnameger Akyol bi xwînerên xwe re tê gel hev
13:45 7 hezar tl ceza li Rojnameger Adnan Bilen birîn
13:27 Li xebatkarê Azadiya Welat 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
13:12 Li Stenbolê yek jê zarok 15 kes hatin binçavkirin
13:03 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wê Tirkiye çi bi vê 100 hezar makîneya sûc bike?
12:41 Ji bo Dayika Aştiyê ku polisan wê bi erdê ve kaş kiribûn daxwaza 10 sal ceza
12:30 Malbat Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Li Denîzlî traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî
11:43 Xelkê bi keviran dewriya Tirkiyê û Rûsya şermezar kirin
11:42 Li Şênê operasyona leşkerî ya hêzên teybet dest pê kir
11:07 Serokê Înîsiyatîfa Maf: Koçer: Qeyûm demokrasiyê binpê dike
10:38 Li Enqereyê 9 jinên hatine binçavkirin dê derxin dadgehê
10:36 Miduriyeta Polisan a Amedê ji bo rawestandina pêşiya HDP'ê pere teklîfî wan kir
10:36 DYA’yê ji bo Tirkiyeyê daxuyanî da: Sûce şer û paqijiya nijadî kirin
10:18 Polîsan rêveberên HDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê binçavkirin
10:09 Sayiştayê derbarê 31 qeyûman de serlêdana sûc kiriye
10:06 Dr. Dundar: Koçberî tenduristiya mirovan xera dike
09:59 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
09:55 Nivîskar û dîroknasa Kurd Leylan: Divê em yekîtiya Medya zîndî bikin
09:27 Ceza li kesên beşdarî daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn birîn
09:22 Yegen: Tirkiye li gor siyaseta 'bila kurd tiştekî jî bi dest nexin' tev digere
09:19 Îtiraza ji bo doza Ayvalitaş: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
09:14 Nivîskarên kurd: Bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin
09:12 'Ji bo daxwazên kedkaran em ê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin'
09:07 Çapa ewil a pirtûka 'Alîkariya Destpêkê' qediya
09:06 Bi hatina zivistanê re sekn ji colemêrgiyan re tuneye
09:05 Kîloya penêrê bi sîrik bû 45 TL ye
09:04 Cenazeyê rojnameger Vedat Erdemcî 28 roj in di destê SMO’yê de ye
09:04 'Heta kurd nebin yek wê herin yek bi yek'
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
08:11 Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin binçavkirin
07/11/2019
16:27 Karkerên ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyan hatin astengkirin
15:53 Salek şûnde pirsnameya HDP’ê bersivandin: Pirsgirêka Akkuyu tune
15:50 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Em ê bêdeng nemîn in û li ber xwe bidin
15:44 10 meh ceza dan rojnameger Sonmez
15:20 Ji ber Rojava cezayê hucreyê dan 54 girtiyan
14:59 TEV-DEM: ‘Tirkiye bi çekên NATO’yê êrîşî gelê kurd dike’
14:58 Macran NATO rexne kir: Mirina mejî pêk tê
14:57 TMSF'ê daxwaza karkeran qebûl kir
14:27 Karkerê 41 salî Altintaş, bû qurbanê kar
14:22 Banga beşdariya mitînga Egîtîm Senê kirin
14:21 TJA: Medya hewzê têkoşîna jinan hedef digire
13:42 HDP'ê li Rihayê dest bi amadekariyên kongreyê kir
13:37 SYKP’ê wê konferansa ‘Ekolojiya Polîtîk’ lidar bixe
13:21 Tirkiye êrîş dike Rûsya û DYA temaşe dike
12:58 Li Girtîgeha Denîzliyê 41 pirtûk hatin qedexekirin
12:58 Kesekê li Edliya Çaglayanê întîxar kir
12:57 Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: Darên zeytûnên Efrînê weke êzing tên firotan
12:52 Meclîsa Jinan a Enqereyê: Endamên me li midûriyeta polîsan rastî tundiyê tên
12:39 ‘Enqere Interpolê ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne’
12:17 Hevjîna Bexdadî di 2018’an de li Hatayê hatibû girtin
12:16 HDP'ê şerh danî ser pêşnûmeqanûna nû ya bacê
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 Polîsan HDP'î jî di nav de 12 kes li Elkê binçav kirin
11:05 101 sal berê îro: Kovara JÎN derket
10:37 Zewaca di temenê biçûk de û tundiya 32 salan
10:11 Arslan: Em bi rihê yekîtiya neteweyî diçin kongreyê
10:07 Li ser îfadeya 2 kesan 15 sal ceza ji Hevşaredara Karazê dixwazin
10:04 Tûran: Biryarên li dijî partiya me biryarên hiqûqî yên şerin
09:13 'Kuştina bijîşk Seng, sûcekî navneteweyî ye'
09:12 ‘Tirk, li hemberî kurdan bi nefretê hatine tijekirin'
09:12 ‘Ji bo em ji gund derkevin rê girtin'
09:11 Banga şîrbirayê Mesûd Barzanî ya ji bo 'yekîtiya neteweyî'
09:10 23 sal in Reşikan çê dike
09:10 Karkerên înşaatê: Heta em heqê xwe nestînin em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2019'AN
06/11/2019
17:46 QSD: Me 27 çete kuştin, tangek û erebeyeke eskerî îmha kir
16:45 Erdogan: Me hevjîna Bagdadî girt
16:27 Egîtîm Sen: Divê YOK bê rakirin
15:45 Karkerên madenê yên Somayê çalakiya xwe bi dawî kirin
15:38 Leyla Guven: Çareserî li Îmraliyê ye divê deriyê Îmraliyê vebe
14:28 Tirkiye ji bo rêya M4 kontrol bike êriş dike
14:23 TGS: Derxistina 45 endamên me ya ji kar, êrîşa mafê sendîkayî ye
14:00 Li Qoserê şermezarkirina qeyûm: Karmendê hatiye tayînkirin ne meşrû ye
13:45 Îttîrazê tehliyeya Altan û Ilicak kirin
13:29 'Butçeya 2020'an butçeya şîrketa Erdogan e'
13:05 Di danişîna rojnameger Parlak de şahidên nepen hatin derewandin
12:59 Hevserokên HDP'a Stenbolê: Em ê ji bo welatek demokratîk têbikoşin
12:50 Komîsyona Lêkolîna Meclîsa: Li Girtîgeha Sîlîvrî du caran kelepçe dikin
12:12 ‘Hurmeta wan ji gorên me re jî nîne’
11:44 Lêkolina Qadê: Hilbijêrên HDP'ê dê di hilbijartinek din de deng nedin CHP’ê
11:34 Malbatên li ber HDP'ê bi hev ketin: Akkoyûn a ku dest bi çalakiyê kiribû hat dûrxistin
11:19 TMMOB'a Amedê hûrguliyên bajarên hatin hilweşandin kiriye rapor
10:26 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin
10:26 Taşçier: Yekitiya neteweyî dê rê li pêş komkujiyê bigire
10:17 HDP'ê nûçeyên 'derabe girt' derewand: Xebatên me li kuçeyan didomin
10:14 Li Enqere û Mersînê 6 jin hatin binçavkirin
09:39 Dayika Aştiyê ya 65 salî: Li min dan û heqareta giran kirin
09:39 'Em ne li şaredariyê ne, lê em di nav gel de ne'
09:38 Sonmez: Wê gel bi pêşnûmaya bacê ya nû hîn bêtir xizan bibe
09:37 Hevseroka MEBYA-DER'ê ya polîsan gef lê xwar serî li ÎHD'ê da
09:37 Îcraatên qeyûmên Qoserê: Derbarê kurdan de çi hebû guherandin
09:36 60 sal in aşvaniyê dike
09:34 Estûkyan: 'Peymana Tirkîtiyê' di dewrê de ye
09:34 Ji bo bi hezaran delîlan xwe li nedîtinê danîn, 'Zarokên baş' ber bi beraatê ve diçin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2019'AN
05/11/2019
20:22 Serokê RTUK'ê îstîfa kir
19:43 Balafirên TSK'ê piştî Xanesorê, Barê bombebaran kirin
18:07 Welatiyê wesayît lê qelibî giran birîndar bû