AMED - Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Dr. Saît Dede, ji bo bijîşk Zau Seng ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" ve hat kuştin got, sûcekî navneteweyî ye.
Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" ku Tirkiye piştgiriya wê dike di 3'yê Mijdarê de konvoya rêxistina civaka sivîl a Dewriyeyên Bûrmaya Azad (Free Burma Rangers) hedef girtibû û di êrîşê de bijîşk Zau Seng (37) ku ji Taylandê ye jiyana xwe ji dest dabû.
Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Dr. Saît Dede, destnîşan kir ku ev sûcekî navneteweyî ye.
'DI ÇARÇOVEYA ETÎKA TIBÊ YA GERDÛNÎ DE LI WIR IN'
Dede, destnîşan kir ku xebata tenduristkaran a li qadên şerî rewşeke mirovî ye û got: "Di Peymana Cinêwê de hebûna tenduristkaran a li qadên şerî û xebatên tenduristiyê yên li vê qadê hatine diyarkirin. Di peyman û protokolê de hatiye diyarkirin ku di qada şer de bêyî cihêkarî bê kirin divê birîndar û nexweşên sivîl bên komkirin û ji bo wan tevdîr bên girtin. Li van qadan ji xeynî saziyên dewletan saziyên din ên ji bo alîkariya mirovî jî li van qada ne. Ji vana ya herî girîng jî saziyên tibê yên sivîl in. Di çarçoveya etîka tibê ya gerdûnî de li wir in."
'DIVÊ XIZMETA TIBÎ NEYÊ ASTENGKIRIN'
Dede, destnîşan kir ku dewlet mecbûr in ewlehiya jiyanî ya tenduristkarên navneteweyî pêk bînin û got, divê bi tu awayî xebatên tenduirstiyê neyên astengkirin.
Dede, anî ziman ku sedema kuştina bijîşk Seng, ji ber hêrs û kîna li hemberî pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin pêk hatiye. Dede, got: "Ev feraseta tekparêz û faşîst li kuderê hêviya ji bo mirovahiyê hebe êrîşî wir dike û dixwaze tune bike. Niha Rojava di rojeva cîhanê de ye. Destkeftiyên li vira pêşengê serdemeke nû ne."
Dede, anî ziman ku ji ber êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayî zêde maf tên binpêkirin û bang li saziyên tenduristiyê yê navneteweyî kir ku vê bûyerê zelal bikin û ji bo dîtin û darizandina kiryarên vê bûyerê bi piştevaniyî tev bigerin.
MA / Fethi Balaman