COLEMÊRG – Mehmet Tahîr Dûmanê 72 salî ku got ew û Mesûd Barzanî şîrbira (biramak) in, ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bang li Barzanî û partiyên kurd û serokên eşîran kir. Dûman, got: "Êdî tenê duayek me heye. Rojek berî rojekê av agir bitefe û kes nemire. Ji bo vê jî divê kurd bibin yek."
Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav partiyên kurdan de ji bo "yekîtiya neteweyî" hevdîtin dest pê kirin. Her wiha gelê kurd jî ji bo yekîtiyê bang dike. Mehmet Tahîr Dûmanê 72 salî ku got ew û Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesûd Barzanî şîrbira (biramak) in jî ji bo yekîtiyê bang li Barzanî, partiyên kurdan û serokên eşîran kir.
Dûman, li Colemêrgê dijî. Lê belê li gundê Zêbar ê Kurdistana Federe hatiye dinyayê û li vira bi salan ligel Mele Mistefa Barzanî têkoşiyaye. Tekane daxwaza Dûman, yekîtiya kurda ye.
Dûman, behsa rojên xwe yên bi Mele Mistefa Barzanî re û got, bi salan li çiya û bajarên Kurdistana Feder têkoşiyaye. Dûman, got: "Rehmetî Mele Mistefa li Rûsyayê dima. Li wir rewşa wî pir baş bû. Lê li hemberî tiştên dihatin serê kurdan xîreta wî qebûl nekir û hat Bexdayê ji nû ve têkoşîn da destpêkirin. Destpêkê me bi qirmeyan şer dikir. Paşê çekên Brûno hatin. Dû re keleş hatin. Gava em lê dinerin dibînin ku şikir destekftî çê bûne û bi saya wê têkoşînê birayên me yên li wir bi rihetî dijîn."
'EM GUND BI GUND GERIYAN Û ME BEHSA TÊKOŞÎNÊ KIR'
Dûman, diyar kir ku paşê tevî malbata xwe hatiye Colemêrgê, lê belê di salên 1970'yî de careke din tevî hin hevalên xwe çûye Kurdistana Federe û li vira gund bi gund geriyane û behsa têkoşîna gelê kurd kirine.
Dûman, ji bo wan salan got: "Bêyî destûra wan naxwazim navê wan bêjim. Em û gelek hevalan çûn herêmê. Bi mehan em gund bi gund geriyan û me ji her kesî re got têkoşîn ji nû ve dest pê kiriye û xwest her kes tev li têkoşînê bibe. Gava gundiyan em didîtin bi girî em hembêz dikirin. Çimkî beriya têkoşînê pir ji destê rejîma Iraqê kişandibûn. Bi hatina Bav Barzanî û çûyîna me ya wir bû cihê ruhekî nû.
'ME DIGOT TÊKOŞÎN NEQEDIYAYE'
Wê gavê Seyît Hesen, Ebo Enter, Samî Şingariyê Bêrmanî li cem me bûn. Pêşengên me bûn. Pêşî me li Herêma Berwarê dest bi xebatan kir. Paşê em çûn herêma Sêmêlê û dû re em çûn herêma Êzidiyan. Em li hemû herêman kom bi kom digeriyan me gel serwext dikir û ji bo têkoşînê gazî wan dikir. Me ji wan re digot kurd neqediyane û têkoşîn nû dest pê dike. Bi van xebatan têkoşîneke mezin dest pê kir û hat roja îro."
Dûman, diyar kir ku ew û Mesûd Barzanî şîrbira ne û got: "Dê û bavê min diçin Herêma Zêbarê mala Mahmûd Axa. Ez li wir hatime dinyayê. Wê gavê Birêz Mele MIstefa li Rûsyayê bûye. Mesûd jî tevî diya xwe li mala mervê xwe Mahmûd Axa bûye. Pêlaveke wî ya sor hebûye. Dibêjin min jî tim dixist piyê xwe. Ji ber ku diya min seyîd e, hurmeteke mezin a dayika Mesûd ji bo diya min hebû. Ji ber ku em her du biçûk bûne diya min şîrê xwe dide Mesûd. Loma şîrbirayê min e. Ew jî dizane. Loma xeber ji min re şandibû ku biçim serdana wan."
Dûman, anî ziman ku ji wê çaxê heta niha gelek pirsgirêk rû dane. Dûman ku got "Têkoşîna me ne têkoşîna ji bo partiyekê an jî kesekî bû. Wê çaxê zilm li xwişk û birayên me yên li wir dihat kirin" destnîşan kir ku ji bo ev zilm biqede divê kurd bibin yek.
‘HETA YEKÎTÎ ÇÊ NEBE...'
Dûman, destnîşan kir ku gava yekîtî çê nebe wê her roj winda bikin û got, loma divê kurd bibin yek. Dûman, anî ziman ku kesên pêşengiya gelê kurd dikin divê êdî tev bigerin û got: "Beriya her tiştî divê kurd hemû bibin yek. Divê kurdên li Sûrî, Îran, Iraq û Tirkiyeyê bi destên hev bigirin û hev du hemêz bikin. Divê pêşî kurd bibin yek ku dewlet bibînin yek in û di dema mafxwestinê de nikaribin tiştekî bikin. Heger her kes li cihê xwe rabe û bêje 'Em bi tena serê xwe hêzek im' wê çawa çê bibe? Kes nikare rabe bi 20 kesî, 30 kesî dewletekê ava bike."
'TENÊ DUAYEKE ME HEYE: YEKÎTÎ'
Dûman, ji bo yekîtiya neteweyî bang li pêşeng û serokên partiyên kurdan û eşîran kir û got: "Êdî bes e. Bi rastî jî pir dirêj bû. 40 sal derbas bûye. Êdî gelê me westiyaye. Li çiyayan gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, gelek malbat perşîan bûne. Tenê duayek me heye. Bila ev şer biqede û mirov nemirin. Ji bo vê jî divê kurd bibin yek."
MA / Hamza Gunduz