WAN - Mecît Emen, 23 sal in ji mirkan (mûyê bizinan) pêlavên bi navê Reşikan çê dike.
Mecît Emen ku li Taxa Bahçivan a navçeya Îpekyolû ya Wanê pêlavan tamîr dike, bi salan e pêlavên bi navê Reşik çê dike. Reşik, bi mirkan (mûyê bizinan) tê çêkirin û nahêle bêhn ji lingan bê. Emen, diyar kir ku ew ji jinên Muksî hînî çêkirina Reşikan bûye û 23 sal in Reşikan çê dike.
Emen, diyar kir ku gava wî nû dest bi tamîrkirina pêlavan kiriye, jinan ji bo selihandinê Reşik tanîn cem wî û her çû ew jî hînî çêkirina Reşikan bûye. Emen, bilêv kir ku niha Reşik hatine jibîrkirin, lê belê heta ji destê wî bê ew ê çê bike.
Emen, anî ziman ku ji ber Reşik bi mirkan tên çêkirin û malzemeyên wê hemû xwezayî ne ji bo tenduristiya lingan jî baş e û got: "Reşik, bi mirkan tê çêkirin. Em van mirkan bi taybetî çê dikin. Mirk avê nakişînin û nahêlin ling bêhn bide. Pêlaveke sivik û rihet e. Em pêşî mirkan didirûn û paşê em jê dikin. Piştî dirûtinê em boyax dikin. Em motîfên herêmê û motîfên Ûrartûyan çê dikin."
Emen, anî ziman ku êdî kes wekî berê Reşikan naxe lingên xwe û ji ber vê hindik maye ji holê rabe. Emen, bilêv kir ku birayên wî jî hînî çêkirin aReşikan bûne û got: "Ev çanda me ye. Li herêmê ji xeynî me kes çê nake. Tenê malbata me çê dike. Tu qezenceke wê tuneye. Sirf ji ber çanda me ye em çê dikin. Em bi awayekî wisa çê dikin ku mirovên niha jî akribin têxin lingên xwe. Hin kes ji bo diyariyê hin kes jî ji bo xemla largeh û malên xwe dikirin."