* Derbarê bombekirina Ûmût Kîtapeviyê de li meclîsê Komîsyona Şemzînanê hatibû avakirin. Raporên komîsyonê jî wekî ya doza hat vekirin di dehlîzên Enqereyê de hatin windakirin. Ahmet Farûk Unsal ku gava parlementerê AKP'ê bû û di wê komîsyonê de cih digirt, dibêje di hevdîtina li Dolmabahçeyê ya di navbera Tayyîp Erdogan û Yaşar Buyukanit de, "dewleta kûr û AKP'ê ji bo Doza Şemzînanê mar birîne û li hev kirine."
* Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku ew ê di 30’ê mijdarê de bi rihê yekîtiya neteweyî ya kurd kongreya partiya xwe li dar bixin û divê ev rojeva lezgîn a kurdan neyê paşda xistin.
* Karkerên ku heqê wan û tazmînata wan nehat dayîn û ji kar hatin derxistin û li ber fabrîkayê çalakî dane destpêkirin, anîn ziman ku heta heqê xwe bi dest nexin wê têbikoşin.
* Mecît Emen, 23 sal in ji mirkan (mûyê bizinan) pêlavên bi navê Reşikan çê dike.
* Mehmet Tahîr Dûmanê 72 salî ku got ew û Mesûd Barzanî şîrbira (biramak) in, ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bang li Barzanî û partiyên kurd û serokên eşîran kir. Dûman, got: "Êdî tenê duayek me heye. Rojek berî rojekê av agir bitefe û kes nemire. Ji bo vê jî divê kurd bibin yek."
* Rêya gundê Şikeftan, Zaxora û Zêriyê yên Heskîfê ku dê di bin avê de bimînin, ji çûnhatinê re hat girtin. Gundiyan, destnîşan kir ku sirf ji bo wan bi zorê bibin li cihê nû bi cih bikin ev yek hatiye kirin.
* Derûnas Eser Karayel, bibîr xist ku şer dibin sedema texrîbatên kûr û dijwar û got: "Tirk, bi nefreta ji bo kurdan hatin tijekirin. Ev nefret mezin bûye. Pêvajoyên şerî jî vê yekê tim mezin dikin. Her ku çapemenî di ser vê yekê re tev digere dilsojiya wê zêdetir dibe."
* Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Dr. Saît Dede, ji bo bijîşk Zaw Senk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" ve hat kuştin got, sûcekî navneteweyî ye.
* Dê têkildarî qedexekirina şahiya salvegera rojnameya Atilimê ya li Îzmîrê li avahiya Şaxa ÎHD'a Îzmîrê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (11.00)
* Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê dê têkildarî pirsgirêkên li qada perwerdehiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê têkildarî tayînkirina qeyûman û pêla binçavkirin û girtinan li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)