NAVENDA NUÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir. QSDê di daxuyaniyê de anî ziman ku wan di nava 24 saetan de 27 çete kuştin, tangek û erebeyeke eskerî îmha kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir. QSDê di daxuyaniyê de anî ziman ku wan di nava 24 saetan de 27 çete kuştin, tangek û erebeyeke eskerî îmha kir. Navendê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
HIL TEMIR
"Artêşa dagirker û komên çete êrîşên xwe yên bi çekên giran û êrîşên hewayî li ser gundewarên Til Temir domandin. Artêşa dagirker gundên Menacîr, Ehras û Erîşa bi balafirên bê mirov bi dehan caran hedef girt, her wiha bi çekên giran êrîş bir ser van herêman. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi awayeke tund bersiva êrîşan dan û li gundên Ehras û Menacîr komên çete kirin hedef. Di encam de herî kêm 12 çete hatin kuştin.
EBÛ RASÊN
Hêzên me weke bersiva êrîşên artêşa dagirker li ser gundên Xeşîm Zirgan, Ing El-Hewa û Til El-Hemîd komên çete kirin hedef û lê dan. Di encama bersiva şervanan de herî kêm 9 çete hatin kuştin. Dîsa li vê herêmê tangek hate rûxandin û BMP`yek hate derbkirin.
EYN ÎSA
Artêşa dagirker bi obus û tangan li gundên Qenterî û Şêrdiradê topbaran kir. Hêzên me bersiva van êrîşan dan. Komên çete piştî nîvro êrîş birin ser herêma El-Nasiriyê û li wir di navbera hêzên me û komên çete de şerên giran qewimîn. Di encama van şeran de 6 çete hatin kuştin.
Di şerê roja 28`emîn de herî kêm 27 çete hatin kuştin, BMP`yek, tangek û seyareyek leşkerî hatin rûxandin.
14 hevalên me di vê berxwedanê şehîd ketin û 13 hevalên me birîndar bûn.”