GIRÊ SPÎ – Tirkiye bi destûra Rûsyayê dixwaze bi qasî kûrahiya 30 kîlometreyî li ser rêya navnetewî ya M4 bi hêzên paramîlîter re kontrolê pêk bîne. Tê diyarkirin ku agahiya rejîmê ji êrişên SMO’yê heye.
Êrişên Tirkiyê yên li dijî gund û navçeyên Rojava di roja 28’emîn de berdewam dikin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û grûpên paramîlîter bi navê “Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO)” ku girêdayî Tirkiyê ne bi tundî êriş dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî bi taybetî li başûrê Girê Spî bersivên tund dide van êrîşan. –Grûpên SMO yên bi manşeya El Kaîdeyê tevî peymanên Amerîka û Rûsya jî dixwazin bi kurahiya 30 kîlometreyî rêya navnetewî ya M4 bikin kontrola xwe. Ji bo vê yekê jî ev grûp êrişên xwe dijwar dikin. Duh êvarê li ser rêya M4 a li dehma gundê Şergirak di navbera QSD’ê û grûpên paramîlîter de pevçûnên dijwar qewimîn û pevçûnan cihê xwe ji bombebaranê re berda.
Hat gotin di pevçûnê de 11 paramîlîter hatin kuştin û 6 jî birîndar bû. SMO ku encam ji êrişan negirt, vê carê TSK bi topên obisan û SÎHA’yan cihê sivîl û her deverê da ber bombebaranê. Balafirên kifşê yên TSK’ê li herêmê didomin.
Li aliyê din hêzên Rejîma Sûriyê yên li ser vê xetê bêyî bersiv bidin êrişan xwe dixe pozîsyona temaşevanan. Ev jî dide xuyakirin ku êriş bi erêkirina Rûsyayê pêk tên. Hêzên rejîmê ji hin gundên QSD jê derketibûn terikand û ji SMO’yê re berda. Hat zanîn ku grûpên SMO’yê agahiya êrişan bi rejîmê re parve kiriye û rejîmê vê agahiyê bi QSD’ê re parve nekiriye.