STENBOL - Komeleyeke ku navê Tay-Der'ê li xwe kiriye, tehliyeya rojnameger Ahmet Altan û Nazli Ilicak îttîraz kir û xwest ku careke din bên girtin.
Piştî ku cezayê muebeta giran ê li wan hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin, doz derbarê rojnameger Ahmet Altan û Nazli Ilicak de careke din hat dîtin. Di daneşîna dozê ku li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de, dadgehê ceza li Altan û Ilican birî û wan tehliye kir. Komeleya ku navê Komeleya Piştevanî û Adaleta Civakî (Tay-Der) li xwe kiriye, nameyek ji 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re şand û tehliyeya Altan û Ilıicak îttîraz kir û xwest ku careke din bên girtin.