AMED - Li gorî lêkolîna qadê ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî, ger ku sibê hilbijartinek pêk bê dê hilbijêrên HDP'ê carek din deng nedin CHP’ê. Di hilbijartina dawî ya herêmî de CHP’ê ji sedî 36 û HDP’ê jî ji sedî 6.6 deng stendibû. Di hilbijartinek pêkan de dengê CHP’ê dê dakeve ji sedî 30.4’an û dengê HDP’ê jî derkeve ji sedî 7.4’an.
Li gorî lêkolîna qadê ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî, li ser hilbijartinek pêkan û pirsgirêkên civakî û siyasî, li 21 bajaran li ser tevgera hilbijîran lêkolîn kir. Li gorî lekolînê dengê ku di hilbijartina 31'ê Adarê de çûn ji CHP'ê re dîsa paşve vegeriyan. Navenda Lêkolînê di navbera 29'ê Cotmehê û 1'ê mijdarê de li Stenbol, Îzmir, Edene, Enqere, Bursa, Samsun, Amed, Erzirom, Konya, Eskişehir, Mêrsîn, Riha, Wan, Trabzon, Mêrdîn, Semsûr, Sêrt, Mûş, Çewlîk, Colemêrg û Qersê lekolîn kir. Di lêkolînê de bi 1937 kesan re rû bi rû hevditin kirin û anket amade kirin.
KRÎZA ABORÎ Û PIRSGIRÊKA KURD
Kesên tev li anketê bûn, pirsa 'Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çiye?' bersivandin û ji sedî 31,8’an bersiva "Betalî û aborî" dan. Ji sedî 20,1’an bersîva “Pirsgirêka Kurd" û ji sedi 13,3’an jî “pergala Serokomariyê ye" dan.
AKP'IYAN PIRSGIRÊKA SEREKE ABORÎ PÊNASE KIRIN
Kesên ku dengê xwe didin AKP’ê û tev li anketê bûn jî pirsa "Pisgireka herî mezin a Tirkiyeyê" bersivandin û ji sedî 32,8’an bersîva “Aborî û betalî", ji sedî 18,3’an bersîva “Pirsgirêka Kurd" û ji sedî 10,8’an jî bersîva "Polîtîkayên derve bersivandin. Hilbijerên HDP’ê jî heman pirs bersivandin. Ji sedî 37,9’ê hilbijêrên HDP'ê bersîva “Pirsgirêka Kurd", ji sedî 28,1’an bersîva “Aborî û betalî" û ji sedî 13,8’î jî wekî pergala Serokomariyê pênase kir.
HILBIJÊRÊN HDP'Ê JI CHP’Ê DÛR KETIN
Li gorî lêkolînê, hilbijêrên di hilbijartina rêveberiya herêmî ya sala 2019'an de dengê xwe dan, li ser pirsa "We dengê xwe da kijan partiyê ji sedî 37,6’an bersîva "AKP", ji sedî 36’an bersîva "CHP", û ji sedî 6,6’an jî bersîva "HDP" dan. Hilbijêran li ser pirsa "Hûn dê dengê xwe bidin kijan partiyê?" ji sedî 6’an 30,4’an bersîva "AKP", ji sedî 30,4 bersîva "CHP", ji sedî 10 "Bê biryar im" û ji sedî 7,4’an bersiva "HDP", ji sedî 6,8 bersîva "MHP" da.