AMED – Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê hilweşandina bajar û navçeyên wek Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopya û Hezexê qedexeyên derketina derve lê hatibûn îlankirin kir rapor. Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin diyar kir ku rapor di hundirê mekanîzma hiqûqê de delîlek cidî ye.
Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê hilweşandina di serdema qedexeyên derketina derve de yên bi mehan li bajar û navçeyên wek Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopya û Hezexê pêk hatin kir rapor. TMMOB’ê bi komîsyona xwe ya tespîta xesaran li ser van deverên hilweşandî xebitî û pîvana rastî ya hilweşandina van navçeyan a aliyê wê rastîn radixîne ber çavan.
Rapor bi zimanê kurdî, tirkî û îngîlîzî hat çapkirin. Rapor ji bo avakirina van naçeyan plana îmarê hatiye amadekirin. Di plana îmarê de cih dane nelirêtiyên hatine kirin jî.
400 HEZAR KESÎ KOÇ KIRIYE'
Di raporê de têkildarî koçberiya li van deveran pêk hatiye wiha hatiye gotin:
“Li tevahiya bajarên ku hilweşandin pêk hatiye koçberî jî pêk hatiye. Ev rastiyeke civakî ye. Di vê pêvajoyê de li wargehên ku şer lê qewimiye, nêzî 400.000 kesan bi darê zorê ji warên xwe hatine koçberkirin. Li bajarên ku pevçûn pêk hatine, ligel hilweşandina avahiyan pirsgirêkên derûnî, civakî û aborî jî hatine jiyîn. Bi taybetî jî jin, zarok, kal û pîr mexdûrên herî mezin ên vê pêvajoyê ne. Di encama çavdêriyan de hat dîtin ku ev rewş di derûniya jin û zarokan de buye sedema travmayên girîng. Koça ji van herêman bi piranî ber bi bajarên wek Amed, Wan, Êlih û bajar û navçeyên cîranên van herêman ve pêk hatiye. Di dema koçberkirinê de welatiyan ji derveyî serpêhatî û bîranînên xwe, nikaribûne ti alav û amûreke xwe ya bingehîn jî xelas bikin. Vê rewşê di gelda ligel travmayê, xizanî û bê warbûniyê jî bixwera haniye. Piraniya kesên ku koç kirine li malên ku bi awayekî komî kirê kirine, di şert û mercên pir zehmet de di avahiyên ku binesaziya wan tunebûye de ji neçarî stirî ne. Dîsa, li herêmên koçberiyê zarok demeke dirêj ji perwerdehiyê bêpar mane. Bi her awayî hatiye dîtin ku şer û pevçûn bandorê li tevahiya jiyanê dike û dîsa pêvajoyeke hilweşîn û hilweşandinê ye.”
Di raporê de hûrguliyên li ser bajar û navçeyan hatine tespîtkirin wiha ne:
"CIZÎR
Li gor lêkolînên Lijneya Bajarên Ku Hatine Hilweşandin tê dîtin ku hilweşandin bi giranî li 4 taxan pêk hatiye. Li Cizîrê bi giştî 5 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeya dawîn di 14’ê Berfanbar’a 2015’an de hatiye ragihandin. Qedexeya ku di 14’ê berfanbarê de hatibû ragihandin, piştî 79 rojan di 2’yê Adar’a 2016’an de ji bo beşeke bajêr hatiye rakirin. Di pêvajoya dorpêç a dawîn a ku 79 rojan domiya de wek bajarên din derfeta ku agahiyên rast ji navçeyê bihatina wergirtin û buyer li cih bihatina destnîşankirin tune bû. Ji ber ku di pêvajoya dorpêçê de piraniya cenazeyan nehatine naskirin, cenaze li bajarên cuda û bêyî ku nasnameya wan bê destnîşankirin hatine definandin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye zelalkirin. Hejmara cenazeyên ku hatine destnîşankirin 251, hejmara ku tê texmînkirin ji 280’yî zêdetir e. Hejmara cenazeyên ku ji 3 jêrzemînên ku wek “jêrzemînên wehşetê” hatine binavkirin 167 e. Ji van cenazeyan 41 jê zarok û 22 jî jin in. Dîsa ji van cenazeyan nasnameya 79 kesan nehatiye destnîşankirin. Hatiye destnîşankirin ku ji van cenazeyan ji 150’yî zêdetir, hatine şewitandin. Xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Aziz Yûral gava ku dixwest jineke ji lingê xwe birîndar a li kuçeyê xelas bike, rastî êrîşa çekdarî hatiye û jiyana xwe ji dest daye.
HEZEX
Wek ku tê zanîn, navçeya Hezexê qedexeya ku 16’ê Reşemi’ya 2016’an saet di 23:00’yan de hat ragihandin, bê navber heta 31’ê Adar’a 2016’an, saet heta 04:30’an domiya. Ev dorpêça ku 43 rojan domiya, di 31’ê Adar’a 2016’an de êvarê ji 21:30’an heta 04:30’ê sibehê dê derbasdar bûya. Ango qedexeya ku Parêzgeriya Şirnexê ragihandibû bi awayekî sînorkirî hat ragihandin. Di 10.04.2017’an de qedexeya derketina derve bi daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê bi tevahî hat rakirin. Qedexeya derketina derve li gundê Xerabê Şeref yê raserî Hezexê û li tevahiya navenda navçeyê hat sepandin. Di vê pêvajoyê de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 jê zarok, 2 jê jin, bi tevahî 24 sîvîlan jiyana xwe ji dest daye. Di pêvajoya qedexeya derketina derve de
pevçûn li taxên Yenî Mahalle û Tûrgût Ozalê yên ku çal û berbir lê hebûn pêk hatine. Li gor daneyên 2015’an gelheya navçeyê 26.511 e. Di dema pêvajoya destnîşankirina zirar û ziyanan de, ji gelê navçeyê hat hînbûn ku ji %80’yî gelheyê bi darê zorê hatiye koçberkirin û mirov li gund û navçeyên cîran bi cih bûne. Di pêvajoya qedexeya derketina derve ya ku 43 rojan domiyan de derfeta ku agahiyên sererast ji navçeyên bên wergirtin û bûyer li cih bên tesbîtkirin tune bûye. Piştî bidawîbûna operasyonan, wek navçeyên din hilweşandinan li vir jî dest pê kirine. Hat dîtin ku taxa Tûrgût Ozalê kêmzêde bi tevahî hatîye hilweşandin.
NISÊBÎN
Li navçeya Mêrdînê, Nisêbînê qedexeya derketina derve di navbera 1’ê Kewçêr’a 2015’an û 6’ê Kewçêr’a 2015’an de 6 rojan li taxên Girê Mîran, Mendikan, Tilminar û Marînê hatiye sepandin. 9 û 10’ê Kewçêra 2015’an jî, 2 rojan qedexeya derketina derve, li taxên Nisêbînê, Abdulqadir Paşa, Firat û Yenîşehîrê hatiye sepandin. Ji 13’ê Sermawez!a 2015’an heta 26’ê Sermawez’a 2015’an, 14 rojan qedexeya derketina derve li taxên
Abdulqadir Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Yenî Tûran, Yeşîlkent, Mor Yaqûb, Zeynel Abidîn, Qişla, 8 Mart, Girnewas, Devrîm, Selahedîn Eyûbî, Îpekyolû û Bariş’ê hatiye sepandin. Ji 29’ê Sermawez’a 2015’an heta 3’ê Berfanbar’a 2015’an, li taxên Abdulqadir Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Yenî Tûran’ê 4 rojan qedexe hatiye ragihandin. Di navbera 6’ê Berfanbar’a 2015’an û 9’ê Berfanbar’a 2015’an de li taxên Nisêbînê Abdulqadir Paşa, Firat, Dicle, Yenîşehîr û Yenî Tûran’ê qedexeya derve 4 rojan domiyaye. Qedexeya ku li heman taxan hatiye sepandin di 18’ê Berfanbar’a 2015’an de, saet di navbera 09:00 û 16:00’an de bi awayekî “demkî” hatiye rakirin û paşê dîsa hatiye domandin. Di 21’ê Berfanbar’a 2015’an de ji saet 10:00’an û şûnde bi awayê ku li tevahiya navenda navçeyê bê sepandin, hatiye berfirehkirin û di 24’ê Berfanbar’a 2015’an de hatiye bidawîkirin.
Di vê pêvajoya ku mirov dikare wek pêvajoya qedexeya pêşîn bi nav bike de 5 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin, 2 jê jin, 1 jê zarok bi tevahî 18 sîvîlan jiyana xwe ji dest daye.
Qedexeya derketina derve ya ku di 14’ê Adar’a 2016’an de li 16 taxan hatibû ragihandin heta 25’ê Tîrmeh’a 2016’an bê navber domiyaye. Di 25’ê Tîrmeh’a 2016’an de, li 10 taxên (Yenî Tûran, Yeşîl Kent, Mor Yaqob, 8 Mart, Girnewas, Devrîm, Selahaddîn Eyyûbî, Girançik, Îpekyolû û Bariş) navçeyê saet navbera 21:00 û 05:00’an de, heta astekê hatiye rakirin. Li 6 taxên (Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulqadir Paşa, Zeynel Abidîn û Qişla) navçeyê jî, heta 21’ê Avrêl’a 2018’an domiyaye. Wek hemû bajaran, di pêvajoya dorpêçê de derfeta ku ji navçeyê agahiyên sererast bên wergirtin û buyer li cih bên tesbîtkirin tune bûye. Li gor daneyên 2015’an, gelheya navçeyê 113,594 e. Hatiye destnîşankirin ku ji vê gelheyê ji 45 hezaran zêdetir bi darê zorê hatiye koçberkirin û ew mirov li gund û navçeyên cîran bi cih bûne. Navenda navçeya Nisêbînê ji 8 taxan pêk tê.
Di 3’yê Pûşpera 2016’an de Parêzgeriya Mêrdînê ragihand ku operasyon bi dawî bûne. Piştî vê daxuyaniyê jî, li navçeyê xebatên hilweşandinê dest pê kirine. Bêyî ku li qadê zirar û ziyan bên destnîşankirin û rewş bê nirxandin, pêvajoya ji binî ve rûxandina beşeke girîng a navçeyê dest pê kiriye. Ev xebatên hilweşandinê bêyî pîvanên teknîkî, di pêvajoya pevçûnê û piştî pevçûnê de hatine domandin. Mafê stirînê yê gelê navçeyê ji destê wî hatiye stendin û koçberiya bi darê zorê li gel hatiye ferzkirin. Piraniya gelheyê koçî navçeyên Mêrdînê yên wek Artûklû, Qoser û Midyadê kiriye. Ji bo vegera vê gelheyê, hê jî şert û mercên pêwist nehatine bicihanîn.
SILOPYA
Navenda navçeya Silopya’yê ya Şirnexê bi giştî ji 9 taxan pêk tê. Qedexe di 14’ê Berfanbar’a 2015’an de ji bo ji saet 23:00’yan şûnde hat ragihandin û heta 19’ê Rêbendan’a 2016’an roja duşemê bê navber domiya. Vê pêvajoya dorpêçê ya 37 rojan di 19’ê Rêbendan’a 2016’an de bi daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê, ji derveyî saet navbera 18:00 û 05:00’an hat rakirin. Di vê pêvajoyê de 29 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Di pêvajoya qedexeyê de pêdiviyên gel ên bingehîn nehatine dabînkirin, cenazeyên mirovan bi rojan li kuçeyan hatine hiştin (Taybet ÎNAN-57), ji ber çekên giran ên ku hêzên ewlehiyê bi kar anîne, zarokan jiyana xwe ji dest dane (Reşît EREN-17, Axîn KANAT-16, M. Mete KUTLUK-11). Hatiye destnîşankirin ku ji ber birîndar derfetên dermankirinê bi dest nexistine jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên pergala gelheyê ya 2015’an, gelheya navçeyê 101.605 e, tê texmînkirin ku di pêvajoya dorpêçkirinê de nêzî 11.000 kes bi darê zorê hatine koçberkirin. Piştî pêvajoya dorpêçê xwe gihandina navçeyê, bidestxistina agahiyên sererast, û destnîşankirinên di cih de pêkan nebûne. Li navçeyê piştî pevçûnan xebatên hilweşandinê tavilê dest pê kirin û vê yekê jî rewşa xerabûna bajêr hinekî din giran kiriye û palpişt ji holê hatine rakirin. Di mêjûya 16’ê Reşemi’ya 2016’an de Lijneya Wezîran ji bo taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşiyaka, Şehît Harûn Boy, Nûh, Yenîşehîr û Yeşîltepeyê (404,07 Hektar) biryara qada xeter wergirtiye û tê dîtin ku ev biryar piştî xebatên hilweşandinê hatiye wergirtin. Paşê jî di 21’ê Adar’a 2016’an de biryara giştîkirina lezgîn hatiye wergirtin û hatiye xwestin ku tevahiya navçeya Silopya’yê bê valakirin.
SÛR
Piştî ku pêvajoya hevdîtinan a ku di 21’ê Adar’a 2013’an de dest pê kiribû di Tîrmeh’a 2015’an de bi dawî bû, bi hinceta ku li Sûrê di 14’ê Gelawêj’a 2015’an de Xweserî hatiye ragihandin, ji aliyê Parêzgeriya Amedê ve di 6 û 7’ê Rezber’ê, 13 û 14’ê Rezber’ê û di navbera 10 û 13’ê Kewçêr’ê de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Paşê jî bi navberan di navbera 28 û 30’ê Sermawez’ê û herî dawiyê jî di navbera 2’yê Berfanbar’ê (di 10’ê Berfanbar’ê de rojek navber hat dayîn) de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeya ku di 11’ê Berfanbar’ê de hatibû ragihandin, îro hê jî didome. Ligel ku di meha Adar’ê de hat ragihandin ku operasyon bi dawî bûne jî, li taxên ku qedexe hatibû ragihandin hê jî ji derveyî makîneyên kar û mutehîtan nahêlin ku kes têkeve wan taxan. Li gor daneyên gelheyê yên 2015’an gelheya taxên Cevat Paşa, Fatîh Paşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş’ê, bi giştî 22.323 ye. Piştî ku qedexe hat ragihandin nêzê tevahiya vê gelheyê ji cih û warê wê hat koçberkirin. Piştî qedexeya duyemîn a ku di 13’ê Kewçêr’ê de hatibû ragihandin, Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê li van taxan xebata lêkolînê da destpêkirin. Di van lêkolînan de zirar û ziyanên 706 kargeh û malan hatin destnîşankirin û hat diyarkirin ku ji van avahiyan 693’yên wan dikarin bên nûkirin lê 13’ên wan diviyabû ku bi awayekî hûrgilî bihatina vekolandin. Di vê pêvajoyê de tê dîtin ku hîna pevçûn gur nebûne û çekên giran nayên bikaranîn. Vê pêvajoyê heta destpêka qedexeya dawîn a ku di 2’yê Berfanbar’ê de dest pê kir jî dewam kir. Bi qedexeya ku di 2’yê Berfanbar’ê de hat ragihandin re nava Sûrê bû qada şerekî hilweşîner a ku hêzên ewlehiyê tevahiya çekên giran lê bi kar anîn. Di vê pêvajoyê de ji derveyî nûçeyên Ajansa Anadoluyê û hinek hesabên medyaya civakî yên Tîmên Taybet ku hinek dîmen parvedikirin, der barê van taxên qedexekirî de tu agahî nehatine bidestxistin. Bi qasî ku me ji van dîmenan tesbît kir, hinek avahiyên dîrokî yên wek Mizgefta Qûrşûnlû, Mizgefta Hecî Hemîd, Hemama Paşa, Mala Mehmed Ûzûn, Dêra Ermenên Katolîk û Minareya Çarling zirareke mezin dîtibûn. Mixabin ligel hemû daxuyanî, bertek, daxwaznameyên nivîskî, dozên ku hatin vekirin jî wek TMMOB’a Amedê, me nikaribû ku em têkevin qadê. Û me nikaribû em pêşiyê li zêdebûna zirar û ziyanan bigirin. Piştî ku hêzên asayîşê wek rêbazeke leşkerî bi taybet li taxa Hasirliyê dest bi hilweşandina avahiyan kir û bi wesayîtên zirxpoş ên giran hewl dan ku bikevin taxê, êdî pêvajoya jiholêrakirina 6 taxên qedexekirî yên nav Sûrê dest pê kir.
Operasyona leşkerî ya ku li Sûrê dihat meşandin, bi daxuyaniya fermî ya Wezareta Karên Navxweyî di 9’ê Adar’a 2016’an de bi dawî bû. Di operasyona ku bi tevahî 103 rojan domiyabû de li nav Sûrê hilweşîneke pir giran pêk hatibû. Lê ligel vê yekê jî, bi xebateke berfireh ev tax û avahî dikaribûn rizgar bikin. Lê piştî ku operasyon bi dawî bûn, di mêjûya 21.03.2016’an de bi biryara Lijneya Wezîran a bi hejmara 2016/8659’an û li gor xala 27’emîn a zagona giştîkirinê ya bi hejmara 2942’yan, li nav Sûrê ji 7714 parsêlan ji bo 6292’yan biryara Giştîkirina Lezgîn hat ragihandin. Parsêlên mayî jî ji ber ku berê di çarçoveya veguherandina bajêr de hatibûn giştîkirin di vê biryarê de cih negirtibûn. Ji bo biryara gitştîkirina lezgîn jî biryara ‘Qada Xeternak’ a ku di 2012’an de hatibû wergirtin wek çavkanî hat nîşandan. Lê ev rewş bixwe jî li dijî Zagona Giştîkirinê ye.
ŞIRNEX
Li navenda Şirnex’ê 11 tax hene. Di 14’ê Adar’a 2016’an de, roja duşemê, di malpera Parêzgeriya Şirnex’ê de hat daxuyandin ku derketina derve hat qedexekirin. Ev qedexe 8 mehan domiya. Di 14’ê Sermawez’a 2016’an de (navbera saetên 22:00 û 05:00’an ne tê de) qedexe bi awayekî sînorkirî hat rakirin. Di 8’ê Reşemi’ya 2017’an de jî ev sînor wek navbera saetên 23:00 û 02:30’an hat diyarkirin. Ligel ku di 3’yê Pûşper’a 2016’an de hat ragihandin ku operasyonên leşkerî bi dawî bûne jî, lê qedexe heta 10’ê Avrêl’a 2017’an, bi awayekî sînorkirî be jî domiya. Hatiye destnîşankirin ku qedexe bi giştî 391 rojan domiyaye. Di vê pêvajoyê de 64 hezar kes bi darê zorê hatine koçberkirin û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi awayekî zelal nehatiye destnîşankirin.
Piştî ku operasyon bi dawî bûn, li bajêr di bin navê lêgerîn û lêkolînê de xebateke hilweşandinê ya zêde dest pê kir û di encama van hilweşandinan de, zirar û ziyanên ku nikarin ji holê bên rakirin pêk hatin. 7 taxên bajêr (Aydinlikevler, Îsmet Paşa, Cumhuriyet, Gazî Paşa, Bahçelîevler, Vakifkent, Yeşîlyûrt) kêm zêde bi tevahî ji holê hatine rakirin. Hilweşandin di pêvajoya qedexeyê de û piştî wê jî bê navber domiyaye. Destûr nehatiye dayîn ku mirov amurên xwe ji xaniyan derbixin.
Dîsa pêdiviyên bingehîn ên mirovan nehatine dabînkirin, av û kareba hatine qutkirin û ji ber vê yekê jî gel neçar maye ku bajêr biterikîne. 200 malbatên ku nexwestine ji bajêr derkevin û derfeta wan tune bû li nêzî bajêr bi qasî 6 mehan di konan de man, û paşê hêzên asayîşê bi darê zorê ew ji van konan derxistin. Di vê pêvajoya ku ev tişt hatine jiyîn de bi tu awayî derfet çênebûye ku mirov xwe bigihînin bajêr û rewşê li cih tesbît bikin. Bêyî ku li qadê tu tesbîtek bê kirin, li ser daxwaza Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Lijneya Wezîran di mêjuya 01.08.2016’an de, der barê 5 taxên (Cumhuriyet, Gazî Paşa, Îsmet Paşa, Yenî û Yeşîlyûrt) bajêr de biryara ‘Qada Xeternak’ wergirtiye. Ev biryar bêbingeh û li dijî hiqûqê ye. Lewra ev biryar piştî ku li taxan hilweşandinê dest pê kiriye hatiye wergirtin. Bi vî awayî xwestine ku bingehê ji hilweşandinan re çêbikin. Li aliyê din, li derveyî qadên ku wek qada xeternak hatine diyarkirin jî hilweşandin domiyaye. Wek bajarên din, hilweşandin li qadên ku tu zirar û ziyan çênebûne û pevçûn lê neqewimîne jî hatine domandin.
GEVER
Navçeya Geverê ji 17 tax û 58 gundan pêk hatiye. Li navçeyê cara yekem qedexe di 26’ê Gelawêj’a 2015’an de hatiye ragihandin. Paşê jî bi navberan di 19’ê Rezber’a 2015’an de, 20’ê Sermawez’a 2015’an de, 7’ê Berfanbar’a 2015’an de qedexe hatiye ragihandin. Di dema van dorpêçan de 5 welatiyên sîvîl (Ersîn AYDIN-37, Naîm NUYAN-29, M. Reşît ARICÎ-17, Fettah ES37 û Yakup BABAT-24) jiyana xwe ji dest dane. Cara paşîn di 13’ê Adar’a 2016’an de bi awayê ku ji saet 22:00’yan şûnde derbasdar be qedexe hat ragihandin û ev qedexe piştî 79 rojan, di 30’ê Gulan’a 2016’an de, ji bo saetên navbera 06:00 û 20:00’an de bi awayekî sînorkirî hat rakirin. Di van 79 rojên ku qedexeyê dom kir de ne pêkan bû ku mirov xwe bigihîne navçeyê, agahiyên sererast jê wergire û tesbîtên zelal ên der barê rewşê de bike. Dîsa li derveyî navenda navçeyê, li gundê Wezîrava’yê û gundikê Çîmenliyê di 30’ê Adar’a 2016’an de qedexe hat ragihandin û ev qedexe heta 30’ê Gulan’a 2016’an bênavber domiya. Di van 79 rojên ku dorpêç li navçeyê domiya, di pevçûnan de çekên giran hatin bikaranîn û wek bajarên din, hêzên ewlehiyê wek rêbazekê berê xwe dan hilweşandinê, piştî 79 rojan navçe bû wek xerabeyeke mezin.
Di vê pêvajoya dorpêçê de, di pevçûnên ku qewimîne de 39, cenazeyên ku hêzên asayîşê ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirtine 51, cenazeyekî ku di 3’yê Pûşper’ê de hatiye dîtin û 5 kesên ku di dorpêçên berê de jiyana xwe ji dest dane piştî dorpêça Gelawêj’a 2015’an bi giştî li navçeyê 96 welatiyan jiyana xwe ji dest daye."
'RAPORA ME JI BO HIQÛQÊ JÎ DELÎL E'
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin têkildarî rapora ku amade kirine axivî û got ji bo ew raya giştî agahdar bikin û bidin bawerkirin xwestine kirinên li van bajaran bi belgeyan raxînin ber çavan. Aydin anî ziman ku wan tevî hemû zor û astengiyan jî raporê amade kiriye û pîvanên xwe yên saziyek sivîl a civakî pêk anîne. Aydin diyar kir ku rapor pîvana hilweşandinê ya rastîn radixîne ber çavan û vê rapora amade kirine ji bo demên pêş jî ji bo mekanîzmaya hiqûqê jî delîlek cidî ye û dê raporê bişînin sazî û dezgehên navnetewî jî.
Aydin da zanîn ku bi taybetî di serî de li navçeya dîrokî ya Sûrê û li deverên din hatin kirin û hilweşandina mezin bixwe re aniye ji raya giştî hatine veşartin û li van deverên hatine hilweşandin meseleyên polîtîk û rantê ketine dewrê.
MA/ Lezgîn Akdenîz