AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas a polîsan gef li wê xwar serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Yuksel Almas a polîsan gefa 'Em dê zarokê te ji kar derxin' lê xwar serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest. Almas, diyar kir ku polîsan di 28'ê Cotmehê de dema diçû malê ew rawestand û gefa "Ez polîs im. Cemal Almas zarokê te ye? Em ê wî ji kar diavêjin. Sebeba wê jî tu yî." xwestiye ku wê bibe çayekê bide wê û bi wê re sohbet bike. Almaz, anî ziman ku polîsan gotiye ''îfade li ser te hene û tu diçî HDP’ê' û wiha axivî: "Tu îfade li ser min tune ye. Ez endama HDP'ê me. Ev tiştekî asayî ye. HDP'ê di meclîsê de partiya sêyemîn e. Xebatên wê zagonî ne. Ez jî endama wê me û diçim û têm. Pişt re got, 'Tu tevlî cenazeyên gerîlayan dibe.' Min anî ziman ku di saziyeke fermî de dixebitim û li gorî serlêdan û daxwazên malbatan em dibin alîkar. Saziya me di fermiyetê de girêdayî Maseya Komeleyan a Walîtiyê ye û Wezareta Karên Navxweyî ew pejirandiye."
‘ŞAREDARIYÊ EM XWEDÎ NEKIRINE'
Almas, destnîşan kir ku polîs meşaê wê pirsî ye û xwestiye ku meaş bidin wê. Almas, diyar kir ku polîs, dubare ew bi dûrxistina karê kurê wê tehdît kiriye û wiha got: "Lawê min di şaredariyê de dixebite. Ma heta niha şaredarî hebû. Berê me çawa debara xwe dikir em ê dîsa beyî şaredarî jî debara xwe bikin. Dema ez diçûm malê hatin rêya min birîn û gef li min xwarin."
Almas, anî ziman ku piştî rastî gefa polîsan hat çû serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serdozgeriya Komarê ya Amedê da wiha bi dawî kir: "Me bi nanê me tehdît dikin. Em di saziyeke fermî ye, dixebitin. Ji niha û şunde jî em ê bixebitin. Her tiştê me aşkere ye. Ew nikarin bi gefan me asteng bikin. Nikarin me bi debarê tehdît bikin.”