MÊRDÎN – Di 3'yê Mijdarê de careke din qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin. Qeyûmên berê, peykerê ku ji bo bîrhatina Ûgûr Kaymaz hatibû çêkirin xera kiribûn, navê park û taxan ên bi kurî guherandibûn, tabelayên bi kurdî daxistibûn û hema bêje rêyên li navçeyê kiribûn wekî kuna xiltan.
Di 3'yê Mijdarê de careke din qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê ya HDP'î hat kirin. Hevşaredar Nîlufer Elîk Yilmaz, ji ber dosyeyeke di sala 2014'an de û du lêpirsînên derbarê wê de ji peywirê hat girtin û Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çam bû qeyûmê şaredariyê.
PEYKERÊ KAYMAZ HAT HILWEŞANDIN
Qeymeqamên navçeyê yên berê Ahmet Odabaşi û Mehmet Yuzer di sê salan de navçe serobino kiribûn. Peykerê ji bo bîranîna Ûgûr Kaymaz hatibû çêkirin rûxandibûn û li şûna wê qûleyeke saetî hatibû bicihkirin. Her wiha dayika Kaymaz Makbûle Kaymaz jî di nav de bi dehan karker ji kar hatibûn derxistin.
NAVÊN KURDÎ HATIN GUHERANDIN
Qeyûman tabeleyên kurdî ên saziyên girêdayî şaredariyê daxistibûn û navê Qada Azadiyê guherandibûn kiribûn "Qada Komarê". Her wiha qeyûman navê taxan ên bi kurdî jî guherandibûn. Navê Navdena Çandê ya Nûayê guherandibûn kiribûn "Navenda Jinê ya Hanimelî" û navê Kolana Mûsa anter kiribûn "Kolana Alî Ertaş". Her wiha qeyûman navê Parka Ahmet Araç û Mehmet Siddik Oner ku di sala 2006'an de polîsan ew kuştibûn jî guherand. Navê Parka Mehmet Sîncar, Şeyh Davût Yalçinkaya ku serokê DEP'a navçeyê bû û hatibû kuştin, navê parka Mamoste Ûbeydullah Eren ku di sala 1993'an de hatibû kuştin û navê Parka Leyla Qasim jî guherandibûn. Her wiha navê Parka "88 Donum Parki" jî guherandibûn û navê "Şehît Kaymakam Mûhammed Fatîh Safîturk" lê hatibû kirin. Li Parka TOKÎ'yê jî navê "Şehît Polîs Şerîfe Ozden Kalmiş" hatibû kirin.
Qeyûman Mihrîcana Çand û Hunerê ya Qoserê ku her sal dihat lidarxistin jî betal kirin û pêşî li ber çalakiyên kurdî girt. Gava qeyûm hatin stranbêjên ku tu eleqeya wan bi herêmê re tune ne anîn û ji bo wan konsert li dar xistin û her wiha destek dan hin cemaetan û ji bo wan şevbuhrêk çê kirin.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de careke din HDP li navçeyê bi ser ket û ji sedî 77.5 deng girtin û şaredarî bi 26 milyon deyn dewr girt. Şaredariya HDP'î di 6 mehan de gelek proje pêk anîn û li navçeyê bi navê "Pirtûkxane" pirtûkxaneyek çê kir. Şaredariyê Malên Çandê ku qeyûma girtibû careke din vekirin û navê parkên ku qeyûman guherandibû dîsa li wan kir. Çalakiyên çand û hunerî li dar xistin.
QULÛBEYÊN EWLEHIYÊ
Di 3'yê Mijdarê de gava qeyûm hat tayînkirin ewilî qulûbeyên ewlehiyê lê têketina şaredariyê hatin bicihkirin.