WAN - Di Doza Şemzînanê de tevî hemû delîl, belge û zanyariyan jî sê kesên li ser sûc hatibûn zevtkirin, hatin berdan. Parêzerê dozê Mûrat Tîmûr, anî ziman ku bi destê îktîdarê doz ber bi beraatê ve tê şandin.
Di Doza Şemzînanê de ku 14 sal di ser re derbas bûne, tevî hemû delîl, zanyarî, belge, bombe, krokî û lîsteyên mirinê hatin bidestxistin jî her sê peywirdarên dewletê yên li ser sûc hatin zevtkirin pêşî hatin berdan û niha jî tê xwestin beraat bikin. Pêşî hat xwestin belgeyên dozê di wesayîta postexaneyê de bên windakirin, paşê xwedîderketina rayedarên siyasî û eskerî ya ji bo her sê bersûcan, pêşî xelatkirina dozgerê îdianame amade kir û paşê ji ber FETO'yê girtina wî gelek tiştên din nîşan didin ku wê dosyeyê çawa bi dawî bibe. Lê belê, di 15 salên borî de çi qewimî, çi bû?
'NAS DIKIM, ZAROKEKÎ BAŞ E'
Gava lêpirsîn hatibbû destpêkirin Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê wê demê Yaşar Buyukanit, ji bo Binefser Alî Kaya gotibû, "Nas dikim, zarokekî baş e." Piştî van gotinan Serdozgeriya Komarê ya Wanê tev geriya. Dozgerî, bi hinceta "tesîrê li darazê dike" derbarê Buyukanit û hin efseran de lêpirsîn da destpêkirin. Sekreteriya Giştî ya Serfermandariyê, nerazîbûna xwe ji bo lêpirsîna derbarê Buyukanit û hin efsaran de nîşan da û ji bo vê rewşê got, "bi destê darazê hewldana darbeyê ya lis er artêşê." Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK), di 20'ê Nîsana 2006'an de dozgerê Doza Şemzînanê Ferhat Sarikaya ji peywirê girt. Di 12'ê Îlona 2010'an de di qanûna bingehîn de hin guherîn hatin kirin û wê demê tesîra Cemaeta Gulenê li ser HSYK'ê çê bû û di 26'ê Nîsana 2011'an de dozger Sarikaya careke din hat ser kar û bû Dozgerê Komarê yê Enqereyê.
ÊRÎŞA BOMBEYÎ YA LI HEMBERÎ DOZGERÊ SILOPIYAYÊ
Hîn lêpirsîn dewam dikir, derbarê mijarê de gelek îxbar hatin ber destê dozgeriyê. Ji van îxbaran daxwaznameya karmendê dewletê rifat Korûhan ku derbarê Buyukanit de nivîsandibû pir balkêş bû. Korûhan, di daxwaznameya xwe de gotibû: "Hîn bûyerên li navçeyê dewam dikirin rayedarên leşkerî xwestine Veysel Ateşê li emniyetê bibin û ji bo vê zorê didin Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Tacettîn Aslan. Ji bo Veysel Ateş bê berdan gelek eks xistine dewrê û piştî vê bûyerê bi rojekê bombe xistine wesayîta Dozgerê Komarê yê Silopiyayê. Dibe ku ev peyamek be... Gava Yaşar Buyukanit li Amedê Fermandarê Qolordiya 7'an bûye Alî Kaya jî çawîşê pispor bûye. Gava Buyukanit qorgeneral bûye çend çawîşên pispor ên mîna Alî Kaya nas kiriye. Heger şopa van kirinên îllegal ku bi bûyera li Şemzînanê derketin holê baş bê kirin dibe ku ev bûyer bigihê heta Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Fevzî Turkerî û Fermandarê Hêzên bejahiyê Yaşar Buyukanit."
Di 19'ê Hezîrana 2006'an de Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê, bi sûcê" kuştina mirovan", "avakirina rêxistinê" 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza li binefser Kaya û Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş birî. Li ser îtiraza parêzerên bersûcan Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Bilind temyîz di 16'ê Gulana 2007'an de temam kir û cezayê hatibû birîn xera kir. Di 13'ê Hezîrana 2007'an de careke din doz li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê dest pê kir. Dadgehê jî di 14'ê Îlona 2007'an de biryara "nepeywirdariyê" da û dosyeyê ji Dadgeha Eskerî ya Wanê re şand. Dadgeha Eskerî ya Wanê jî di 14'ê Kanûna 2007'an di danişîna ewil de bersûc tehliye bikirin. Dadgeha Eskerî, di 22'yê Çileya 2010'an de xwest dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê re bişîne. Lê piştî îtiraza parêzeran dosye ji Dadgeha Lihevnekirinê re şand. Dadgeha Lihevnekirinê jî ji ber hing uherînên di Qanûna Bingehîn de, di 2'yê Gulana 2011'an de dosyeya Doza Şemzînanê careke din ji Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê re şand.
HER SÊ BERSÛC HATIN BERDAN
Piştî dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê re hat şandin, her sê bersûc di 9'ê Hezîrana 2011'an de careke din hatibûn girtin. Di 10'ê Çileya 2012'an de binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bi sûcê "kuştina mirovan" û "avakirina rêxistinê" hatin cezakirin û 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza li wan hat birîn. Di danişîan dawîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê de, dadgehê pêşî ji sûcê "avakirina rêxistinê" derbarê her sê bersûcan de biryara beraatm, paşê ji ber sûcê "kuştin û birîndarkirina mirovan" biryara ji nû ve darzandinê da û her sê bersûc berdan. Her wiha di vê pêvajoyê de bi hezaran parêzer cih girtin. Hiqûqnasan gelek çalakî li dar xistin û ji ber van çalakiyan derbarê wan de bi dehan lêpirsîn hatin destpêkirin.
DI RÊ DE BELGE ÇAWA WINDA BÛN?
Di Doza Şemzînanê de tişta herî girîng jî piştî çend salan derket holê. Piştî biryara dadgehê dosyeyên dozê didin posteyê û ji Dadgeha Bilind re tên şandin. Lê gava tên şandin tiştekî ecêb diqewime. Wesayîta kargoyê ku evraq tê de bûn, di rêyeke ku diviya tê re neçûna diçe. Nîvê şevê wesayîta kargoyê ya PTT'ê di heriyê de dimîne û qeza dike û piraniya ewraqan dikevin nav heriyê û nayên xwendin. Gava digihên dadgehê, dertê holê ku nêviyê ewraqan tuneye. Lê belê mirov dibê qey dadgeha herêmî zanibûye wê b»yereke wisa biqewime, beriya şandinê hemû ewraqan bia wayekî dîjîtal kopî dike û rê li ber rewşeke kiryar nediyar digire. Her wiha parêzer Mûrat Tîmûr jî ku ji destpêkê heta niha Doza Ûmût Kîtapeviyê ya Şemzînanê şopandiye, vê bûyerê piştrast dike. Tîmûr, dibêje: "Belê, bi rê û rêbazeke wiha hat xwestin ku hemû belge bên windakirin lê ji ber berê hatibûn yêdekkirin ev operasyon bi ser neket."
WÊ BI BERAATÊ BI DAWÎ BIBE!
Parêzer Mûrat Tîmîr, di wê qeneatê de ye ku wê hemû bersûc beraat bikin û wê doz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re bê şandin. Tîmîr, anî ziman ku di navbera Çeteya Geverê û Sûsûrlûkê û bûyera Şemzînanê de tenê ferqek heye, ew jî gel hêzên tarî di ser sûc de zevt kiriye. Tîmûr, got: "A rast bi delîlên xwe, bi aşkerebûna xwe li Tirkiyeyê bûyereke bi vî rengît uneye. Hêzên tarî yên dewletê li heberî Seferî Yilmaz û kesên pê re bi qesda kuştinê tev digerin. Di dewleta hiqûqê de rêbazeke bi vî rengî tuneye. Şemzînan navçeyeke biçûk e. Ev kes beriya 9'ê Mijdarê tên Şemzînanê û ev yek bala gelê Şemzînanê dikişîne. Piştî bûyera bombekirinê pêk tê û ev kes tên zevtkirin, saziyên têkildar diyar dikin ku ev kes karên bêhiqûqîtî nakin û ji bo gel qaneh bikin serî li rêyên bêhiqûqî didin. Axirê li gor usûlê tên binçavkirin û paşê tên berdan. Piştî bûyerê bi demekê, gava raya giştî ya Tirkiyeyê bi awayekî cidî bi ser vê bûyerê de diçe îktîdara siyasî ya wê demê dibêje wê derbarê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin û di dawiya lêpirsînê de wê bên cezakirin. Paşê daraz dikeve dewrê. Ev kes careke din tên binçavkirin û tên girtin."
'POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ' JI ROJA EWIL VE DI DEWRÊ DE YE
Tîmûr, bibîr dixe ku di Doza Şemzînanê de "polîtîkaya bêcezatiyê" piştî bûyerê bi rojekê dikeve dewrê û got: "Ji destpêka dozê heta dawiya dozê ji bo ew kes neyên cezakirin çi ji destê wan tê dikin. Peywirdarên dewletê ji bo ev kes neyên cezakirin tev geriyan. Piştî ev kes hatin cezakirin û 40 sal ceza li wan hat birîn, dozgerê dosyeyê hat girtin. Piştî dozger hat girtin van kesan bi hinceta têkiliya dozger bi FETO'yê re heye xwestin biryara hatiye girtin bê xerakirin. Dadgehê jî biryar xera kir û înfaz da sekinandin. Taliyê ev eks hatin berdan. Ev kes dibêjin ew elemanên îstixbaratê ne. Lê gava em li ewraqên hatin dadgehê dinerin, dibînin ku ev kes daxilî nav hin xebatên operasyonî bûne û di wesfa xelatdayînê de pere dane wan. A rast fealiyeteke bêhiqûqîtî li ser sûc tê zevtkirin, lê belê ji ber diyardeya bêcezatiyê ya li Tirkiyeyê û rawestandina înfazê û paşê berdana van kesan wê ev dosye bi beraatê bi dawî bibe. Ez wisa difikirim. Ev jî tê wateya xelatkirina peywirdarên cemaweriyê ku bi salan e li gelek deveran fealiyetên bêhiqûqîtî dikin. Heta dibe ku hin peywirdarên cemaweriyê cesaretê ji vê yekê bigirin û serî li fealiyetên bêhiqûqîtî bidin."
Tîmîr, bibîr xist ku piştî ev kes li ser sûc tên zevtkirin li herêmê bûyerên bombekirinê ji nişkave disekinin û got, sedema ku doz bi bêcezatiyê bi dawî dibe jî îktîdara siyasî ye. Tîmîr, got: "Hûn ev qas belge û delîlan bidin destê kîjan dozgerî, xwazî bila ew dozger dozgerê dosyeyê be an jî dozgerekî din be wê dozê vebike. Li vira mesele ne dozger e, mesele delîl in. 100 klasot delîl hene. Ma mirov dikare bêje delîl tunene? Lê belê helwesta ku di vê serdemê de îktîdara siyasî nîşan daye, wisa xuya dike rê li ber beraatê vekiriyeç Yanî di rewşa niha de hiqûqa li Tirkiyeyê ji bo avaniyên derî hiqûqê nabe bersiv û tê dîtin ku kesên fealiyetên bêhiqûqîtî dikin nayên cezakirin. A rast ev dosye bi tenê bi sê kesan nesînorkiriye. Ne ku ez dibêjim, Rapora Lêkolînê ya Şemzînanê ku parlementeran amade kiriye vê yekê dibêje. Yanî biryara dadgehê vê yekê dibêje. Lê mixabin rê û rêbaza ku niha tê şopandin nîşan dide ku wê nikaribin pirsgirêkên vê dosyeyê derxînin holê. Bersûcên ku 40 sal ceza li wan hatiye birîn, wekî ku tu eleqeya wan bi vê bûyerê re tunebe înfaza wan tê sekinandin û tên berdan."
Tîmûr, destnîşan kir ku dadgehên Tirkiyeyê wê niakribin vê dosyeya 15 salan çareser bikin û got, divê êdî doz bi dawî bibe û ji DMME'yê re bê şandin. Tîmûr, anî ziman ku ger dadgeh ji bo ev qas delîlan xwe li nedîtinêd eyne, wê Dadgeha Qanûna Bingehîn bibîne, lê heger ew jî xwe li nedîtinê deyne, teqez wê Dadgehaa Mafên Mirovan a Ewropayê bibîne û wê bi dawî bibe.
Sibê: Di rapora Komîsyona Lêkolînê ya Şemzînanê ya Meclîsê de çi hatin nivîsandin? Qey AKP û dewleta kûr li hev kirine? Di hevdîtina Yaşar Buyukanit û Tayyîp Erdogan de çi biryar hat girtin? Endamê komîsyonê Ahmet Farûk Unsal dibersivîne...
MA / Adnan Bîlen