* Di Doza Şemzînanê de tevî hemû delîl, belge û zanyariyan jî sê kesên li ser sûc hatibûn zevtkirin, hatin berdan. Parêzerê dozê Mûrat Tîmûr, anî ziman ku bi destê îktîdarê doz ber bi beraatê ve tê şandin.
* Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê, her çi qas qeyûm hatibe tayînkirin û nikaribin biçin şaredariyê jî her roj ew û gel li hev kêm dibin. Endamên meclîsê gotin: "Em ne li şaredariyê ne lê em di nav gel de ne. Gelê me ji bo 5 salan em peywirdar kirine û ji bo em layiqê vê peywirê bin em ê ji bo gelê xwe bixebitin."
* Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, bal kişand ser girîngiya yekîtiya Neteweya Kurd û wiha got: "Ger ku em bibin yek em dikarin rê li pêş komkujiyan bigirin. Divê em demek berî demekê yekîtiya xwe ava bikin."
* Rojnamevanê ermen Pakrat Estûkyan, diyar kir ku AKP, CHP, Partiya ÎYÎ'yê û MHP li dor "Peymana Tirkîtiyê' li hev kom bûne û got: "Gava mesele tê ser ermenî û kurdan, cudahiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin tirk hemû li dor wê peymanê tên cem hev du."
* Li Qersê, Nûsrettîn Aktepe 60 sal in aşvaniyê dike. Aktepe, anî ziman ku kesek tuneye ku piştî wî aş bişoxulîne û got, wê çandeke din jî winda bibe.
* Di 3'yê Mijdarê de careke din qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin. Qeyûmên berê, peykerê ku ji bo bîrhatina Ûgûr Kaymaz hatibû çêkirin xera kiribûn, navê park û taxan ên bi kurî guherandibûn, tabelayên bi kurdî daxistibûn û hema bêje rêyên li navçeyê kiribûn wekî kuna xiltan.
* Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku polîsan gef lê xwariye û got: “Gefên wan nikarin xebatên me asteng bikin.” Her wiha Almas, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.
* Aborîzan Mûstafa Sonmez, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê krîza aborî kûrtir bûye. Sonmez, anî ziman ku AKP bi pêşnûmaya nû ya bacê dixwaze krîzê rawestîne û got: "Wê gel bi vê pêşnûmayê hîn bêtir xizan bibe."
* Dayika Aştiyê Kewê Işik a 65 salî ku bi siyasetmedaran re hat binçavkirin diyar kir ku polîsan dema wê binçav kiriye lêdane û heqaretên giran lê kirine.
* 14'emîn danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 2017'an de hat girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Bi boneya tayînkirina qeyûm a Şaredariya Qoserê dê li navçeyê çalakî bên lidarxistin. (11.00)
* TGS, dê têkildarî 45 endamên xwe yên ji Koma Demirorenê hatin derxistin li Akademiya Şaxa TGS'ê ya Şîşliyê civînê li dar bixe. (11.30)
* Endamên Sendîkaya Karê Madenê ya Serbixwe ya Manîsayê, dê di roja 33'an de têkildarî hevdîtina bi Wezareta Enerji û Çavkaniyên Tabîî de li pêş Mizgefta Kirkagaç daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Komeleya Jinan a Rosa de têkildarî kuştina Muteber A. a li kolanê ya Bismilê hat kuştin li navçeya Bismilê biçin sersaxiya malbatê û belavokan belav bikin. (13.00)
* Pêkhateyên TJA'yê yên Şirnexê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê dê li navçeya Basayê starta çalakiyên xwe bide. (13.00)
*Nûnertiya Herêma Çûkûrovayê ya DÎSK'ê dê bi dirûşma "Em hişyar dikin, bi van mûçeyan û bacan em nikarin debara xwe bikin" li ber Bîranîna Aştiyê ya Şaredariya Seyhanê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13.30)
* Xwendekarên zanîngehê bi boneya şermezarkirina avakirina YOK'ê dê li Qada Beyazitê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (16.00)