HESEKÊ - Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên 4 şevanên QSD`ê ên di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên şervanên Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Mihemed Mihemed (Akif), Sûd Ezet (Derdo Feqîr), Mehmûd El-Elî (Baran Hesekê), Delîl Ferhan (Yelmaz Jînda) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê rojavayê navçeyê ve, ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Merdiye Ehmed Xelîl û li ser navê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) jî Mihemed Nebî Kotî axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatan û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê re xwestin û berxwedana şervanên QSD`ê li dijî êrişên TSK-OSO silav kirin. Paşê, Mihemed Hej Xelîl li ser navê malbata Derdo Feqîra û Delîl Ferhan, Fûad El-Elî li ser navê malbata Baran Hesekê axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe heta serkeftinê, dûbare kirin û li dijî êrişan banga yekkirina refan kirin. Piştre wesîqetên şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî xwediyên wan hatin kirin. Di dawiya merasimê de cenaze li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin oxirkirin.