MÊRDÎN – Hilbijêrên Qoserê tayînkirina qeyûm wek “plangêrî” nirxandin û wiha bertek nîşan dan: “Wê gel di sindoqan de bersiva qeyûm bide.”
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de hilbijêrên navçeyê bi rêjeya ji sedî 70,5 Hevşaredara xwe Nilufer Elîk Yilmaz bijartin. Piştî 7 mehan li ser fermana Wezareta Karê Hundir, Hevşaredara Qoserê Elîk Yilmaz ji wezîfeyê hat girtin û Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çam wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Hilbijêrên Qoserê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û vê sepana qeyûm wek “plangêrî ango lîstikê” nirxandin.
‘DARBEYA LI DIJÎ ÎRADEYA GEL E’
Ji welatiyên navçeyê Hakîm Erdem (34) tayînkirina qeyûm wek “darbeya li dijî îradeya gel e” nirxand û got: “Ev sepanek antî demokratîk e. Dixwazin faşîzmê bikin tiştek ji rêzê. Tenê qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê qeyûm tayînî ser tu şaredariyên din nakin. Ev biryarek siyasî ye.”
‘QEYÛM FAŞÎZM Û ZORDESTI YE’
Osman Sariboga ê 80 salî jî li dijî qeyûman berteka xwe wiha nîşan da: “Qeyûm faşîmz û zordesti ye. Em ji kesî natirsin. Em ê tu demê vê zordestiyê qebûl nekin. Dawiya wan hatiye. Ji bo vê yekê êrişî her deverê dikin. Dixwazin kurdan tune bikin. Tenê ne li bakur dixwazin li çar parçeyên Kurdistanê kurdan tune bikin. Em ê li dijî vê pergala faşîst qet serê xwe netewînin.”
‘ME DENGÊ XWE NEDAYE QEYMEQAM’
Welatî Mahmut ŞEYRAN (65) jî tayînkirina qeyûmê sala 2016’an ê ser Şaredariya Qoserê bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin bi van sepanan HDP’ê krîmînalîze bikin. Qeyûm bêhiqûqî ye. Me hevşaredarên xwe bi vîna xwe ya azad bijart. Îrade ya me ye. Me dengê xwe neda qeyemqam. Tişta îro tê kirin zilm û zordestiye. Ev di tu qanûn û hiqûqan de tune ye. Ez dixwazim kesê min deng daye wan li ser qoltix bibînim.”
‘WÊ GEL DI SINDOQAN DE BERSIVÊ BIDE WE’
Yuksel Elîk (60) tehdîtên Serokkomarê AKP’yî Erdogan ên beriya hilbijartinê ji bo şaredariyê HDP’ê bi bîr xist û got: “Her carê hêncetekê dibînin û qeyûm tayîn dikin. Heta ew werê êriş bikin, em ê bêtir zêde bibin. Dixwazin kurdan tune bikin. Lê wê bi ser nekevin.”
Umran Kasap jî da zanîn ku tayînkirina qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e û got: “Wê gel di sindoqan de dîsa bersiva wan bide.”
‘LÎSTIKA DEWLETÊ YE’
Selman Badillî jî anî ziman ku Şaredariya Qoserê ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin û got: “Divê li dijî gel vê yekê nekin. Lazime hurmetê nîşanî îradeya gel bidin. Ev sepanek antî demokratîk e. Tenê ne li Qoserê divê li tu deverî wisa nekin. Em li dijî qeyûm in. Ji wezîfe girtina hevşaredarên me jî plangêrî ango lîstik e. Hemin hûnê qeyûm tayîn bikin çima hûn serlêdanên namzetiyê qebûl dikin. Tu pirsgirêkên hevşaredarên me nîne.”