STENBOL - Danişîna doza 22 rojnamevanên di dema serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin de hatin binçavkirin û bi îdîya “Li dij polîsan derketin” tên darizandin hat dîtin.
Danişîna doza 22 rojnamegerên di dema serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin de hatin girtin û bi îdîaya “Li dijî polîs derketin” tên darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê hat dîtin. Parêzerên rojnamagerên tên darizandin Ozcan Kiliç, Sercan Korkmaz û Hazal Pekşen Demîrhan di danişînê de amade bûn.
Di danişîna hat dîtin de, şandeya dadgehê biryar da ku, li benda fermana bi cih anîna girtina Amîne Demîrkiran, Gunay Aksoy, Bayram Balci û Ersîn Çaksû rawestin û danişîn taloqî 25’ê Sibata 2020’an kir.