ÎZMÎR - Cîgirê Serokê Sendîkaya Dadgeran a Îzmîrê Nûh Huseyîn Kose, diyar kir ku pakêta darazê sirf ji bo rexneyên DMME'yê çê nebin tê çêkirin û got, ji bo daraz misyona xwe ya rasteqîn bilîze, divê muxalefeta civakiyî xurt be.
Di çarçoveya "Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" de hin qanûna hatin sererastkirin û guherandin û di 17'ê Îlonê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Piştî pakêta ewil, niha jî nîqaşên ji bo pakêta duyemîn didomin. Cîgirê Serokê Sendîkaya Dadgeran a Îzmîrê Nûh Huseyîn Kose, guherîn û sererastkirinên hatine çêkirin nirxandin. Kose, anî ziman ku tu wesfeke reformî ya pakêtê tuneye.
Kose, diyar kir ku pakêta ewil, ji hin sererastkirinên rûtin wêdetir neçûye ku ev sererastkirin her sal tên kirin. Kose, anî ziman ku ev sererastkirinên rûtin sirf ji bo pêşî li ber hin rexneyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên girtin hatine kirin. Kose, got: "Wisa dixuyê wê pakêtên ji niha û pê ve jî heman sererastkirinan di xwe de bihebîne. A girîng jî ew e ku guherandina avaniyê ya baroyan di rojevê de ye. Belkî tişta girîng jî ev sererastkirin be."
'MESELEYA SEREKE PÊKANÎNA QANÛNA YE'
Kose, bal kişand ser sererastkirina di warê azadiya fikr û ramanê ya di pakêta ewil de ku di vê pakêtê de tê gotin heger naveroka nûçeyan sînorê rexneyan derbas neke wê nebe sûc. Kose, bilêv kir ku ji xwe ev hikm di qanûnên berê de jî heeye û gotî di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ev tişt heye. Kose ku got "Ewropa 60 sal in rêgeza ji bo mafên mirovan pêk tîne, îjar wekî tiştekî nû be xistine naf pakêta reformê" destnîşan kir ku a girîng ne qanûna, pêkanîna qanûna ye.
Kose, diyar kir ku di warê azadiya fikr û ramanê de pirsgirêkên cidî hene û got, her çi qas hin sererastkirin bên kirin jî dîsa doz tên vekirin. Her wiha Kose, anî ziman ku gava civak dengê xwe bilind bike wê darazeke serbixwe çê bibe.
'MUXALEFETA CIVAKIYÎ'
Kose, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji bo dozên civakiyî bi awayekî adil bi dawî bibin pêdivî bi reformeke darazê heye û got: "Eger dadger bên xurtkirin û mekanîzmaya darazê bê xurtkirin û bilez bixebite wê pêk bê. Ev jî bi desteka civakiyî pêkan e. Eger ev destek hebe wê daraz jî pêk bê. Daraz, ne partiyeke muxalefetê ye, lê belê mekanîzmayeke ku erkên birêvebirinê bi sînor dike û pêkanînên birêvebirinê li gor hiqûqê pêk tîne. Ji bo vê yekê heye. Gava ev pêk bê wê bêyî reformekê jî pirsgirêk çareser bibin. Di vî warî de vîna siyasî girîng e."
MA / Sevda Aydin