* Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hiqûqnas Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji sûcên hêzên paramîlîter li Rojava dikin Tirkiye berpirsiyar e û welatiyên li herêmê mexdûr bûne dikarin li dijî Tirkiyê serî li DMME’yê bidin.
* Li Girtigeha Tîpa T a Tokatê Şeyhmûs Koç 3 sal in nayê tedawîkirin. Bav Koç, da zanîn ku di bedena kurê wî de perçeyên şarapnelê hene û tiliya wî ya girdê ya destê rastê nagire.
* Serokê Giştî yê BDP'ê yê berê Hamît Geylanî ku têkoşîna Şêx Ubeydullahê Nehrî kir pirtûk, anî ziman ku xwestiye xwendevanan ber bi salên destpêkê yên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve bibe.
* Li Colemêrgê, di nav komira ku dewlet belav dike de kevir derketin. Welatiyên ji dêvla komirê di kîsan de kevir dîtin, kîsên komirê danîn qeraxa rê.
* Cîgirê Serokê Sendîkaya Dadgeran a Îzmîrê Nûh Huseyîn Kose, diyar kir ku pakêta darazê sirf ji bo rexneyên DMME'yê çê nebin tê çêkirin û got, ji bo daraz misyona xwe ya rasteqîn bilîze, divê muxalefeta civakiyî xurt be.
* Pisporê budçeyê Azîz Konûkman, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsê hat kirin, diyar kir ku di budçeya 2020'an de cih nedane xercaneyên bacê, dev ji bacên ku dê ji sermayeyê bên girtin berdane û got: "Tu qîmeta budçeyê nemaye."
* Di ser bombekirina "Ûmût Kîtapeviyê" re 14 sal derbas bûn. Di dîroka Tirkiyeyê de, dewleta kûr cara ewil ji aliyê gel ve di ser sûc de hatibû girtin. Doza Şemzînanê ku ji bo "çareserkirina têkiliyên kûr" wekî tûrnûsolê ye, wekî gelek bûyerên kiryar nediyar di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hat hiştin û windakirin.
* Danişîna doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku 22 rojnameger tên darizandin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Partiyên Koma wan li meclisê heye dê civînên partiyên xwe li dar bixin. (09.45-13.30)
* 3'emîn danişîna doza M.A. yê li Grava Kinali tecawizî jineke kir, dê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadolu bê dîtin. (10.50)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê têkildarî tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Qoserê li pêş şaredariya Qoserê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Malbat û parêzerê Mustafa Koçak ê cezayê muebeta giran jê tê xwestin û bi daxwaza darizandina edîl ketiye rojiya mirinê, dê li Navenda Çanda Îdîl a Okmeydani daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Nûnertiya Herêma Enqere yê DİSK'ê dê bi hişyariya "Em hişyar dikin bi vî pereyî em nikarin debara xwe bikin" dê li qada Ulusê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)