RIHA - Odeya Bijîjkan a Rihayê, têkildarî xebatkarên tenduristiyê ku li Grê Spî hatine peywirdarkirin diyar kir ku tevdîrên ewlehiyê kêm in.
Odeya Bijîjkan a Rihayê, têkildarî xebatkarên tenduristiyê ku bêyî nivîsa fermî li Grê Spî hatine peywirdarkirin daxuyaniyeke nivîskî da. Odeyê diyar kir ku bêyî ku peywirdarkirina wan bê kirin xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneya navenda Grê Spî hatine bicihkirin û tevdîrên ewlehiyê yên li nexweşxaneyê kêm in. Odeyê ragihand ku hempîşeyên wan ji ber vê yekê bi guman in û ev tişt got: "Talûkeya jiyanê ya hempîşeyên me heye û tevdîrên ewlehiyê yên hatine girtin ne di asta bes de ne. Em bang li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar dikin ku têkildarî rewşa hempîşeyên me daxuyaniyek bide."