DERSIM - Xwendekarên jin ên Zanîngeha Mûnzûrê, xwestin ku Serokê Daîreya Kirariya Zanistê Cem Tekînoglû ku derbarê wî de angaştên tacîz û gefên li hemberî xwendekarên jin hene, ji peywirê bê girtin.
Xwendekarên jin ên li Zanîngeha Mûnzûrê dixwînin, ji peywirnegirtina Serokê Daîreya Kirariya Zanistê Cem Tekînoglû ku derbarê wî de angaştên ku bi pereyan tecawizê li xwendekarên jin ferz dike, tacîzî wan dike û gefan li wan dixwe, bi çalakiyekê şermezar kirin û xwestin ji peywirê bê girtin. Çalakiya ku ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad, Jinên Ciwan ên Demokratên Nû û Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê ve hat orgenîzekirin, gelek xwendekar tevlî bûn. Xwendekarên ku bertekên xwe yên li dijî TekînogLû bi dovîzên mîna "Tavîz ki tacizê re tuneye" û "Em ne emanetê kesî ne" nîşan dan û dûrişmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Li ser neavê xwendekaran xwendekara zanîngehê Dilar Arar daxuyanî da û diyar kir ku weke jin di her kêliya jiyanê de rastî tacîz, tecavuz û tundiyê tên û wiha got: "tacîz, tecavuz û tundiyên ku di demên dawîn de pêk tên mixabin li akademiyan zêde bûne. Xebata Cem Tekînoglû me dixe nav gumanan. Em daxwaz dikin ku pêre peywira Tekînoglû bi dawî bibe. Em di ferqa tundî û tacîza li zanîngehê de ne, em rê nedin vê yekê. Destê xwe ji zanîngeh û hemû qadên jiyana me vekişînin. Em ê bi piştevaniya jinan li hemberî zihniyeta zilam biserkevin."