AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Sepanên derveyî hiqûqê yên li ser îradeya gel, baweriya xelkê ya ji bo mafê hilbijartinê jî qedandiye.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û binpêkirina mafan bi sernavê “Rapora Lêkolîna Binpêkirina Li Dijî Mafê Bijartin û Hilbijartinê” ku amade kiribû li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn raporê xwend.
Zeytûn da zanîn ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û OHAL bû amûra sepanên kêfî yên îktîdara siyasî. Zeytûn got her çiqas OHAL rabûbe jî lê li bi taybetî li bajarên herêmê dewam dike û hin şert û qedexeyên ji OHAL’ê hişktir dewam dikin û mudaxeleyan pêk tînin.
Zeytûn da zanîn ku di sepanên OHAL’ê de bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyê DBP’ê dest pê kir û wê demê jî mafê bijartin û hilbijartinê tune hat hesibandin û hat binpêkirin.
‘HÊJ HEVŞAREDARÊN SERDEMA DIN GIRTÎ NE’
Zeytûn anî ziman ku di serdema beriya niha de ji 102 şaredariyên DBP’ê qeyûm tayînî ser 93 şaredariyan kir û 65 hevşaredar hatin girtin û hin hevşaredar hêj girtî ne. Zeytûn bi bîr xist ku di hilbijartina 31’ê Adarê de namzetên ku îxrackirîbûn mazbatayên wan nedan wan û di şûna wan de namzetên partiyên din hatin bicihkirin.
QEYÛM TAYÎNÎ 15 ŞAREDARIYAN HATINE KIRIN
Zeytûn diyar kir ku hevşaredarên 3 jê şaredariyên mezin, bajarek û 11 navçe bi sûcdariyên cuda ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û heta niha 13 hevşaredar hatine girtin. Zeytûn got tayînkirina qeyûman di heman demê de armanca li dijî nasnameya jinan a di siyaset û rêveberiyên xwecihî de ye. Zeytûn got bi awayek li dijî hiqûqê şaredarî bi navendên îdareyê ve hatin girêdan.
'DIVÊ BI DIYALGOÊ WERE ÇARESERKIRIN’
Zeytûn di raporê de eşkere kir ku yek ji pirsgirêkên girîng ên Tirkiyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Pirsgirêka kurd tenê dikare bi rêya diyalog û aştiyane were çareserkirin. Her wiha van sepanên derveyî hiqûqê yên li ser îradeya gel, baweriya xelkê ya ji bo mafê hilbijartinê jî qedandiye.”