WAN -13 siyasetmedarên jin ên Hevşaredara Serayê Caziye Duman jî di nav de yên derxistin Dadgeha Wanê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Li Wanê di 1’ê Mijdarê de, polîsan bi ser gelek malan de girtibû û Hevşaredara Navçeya Seraya Wanê Caziye Duman jî di nav de 15 siyasetmedarên jin binçav kiribûn. 15 jin piştî 4 rojan ji emniyetê sewqî Edliya Wanê kirin. Siyasetmedarên jin bi îdiaya “Li qada jinan a PKK/KCK’ê xebat birêve birine” tên sûcdarkirin. Dozgerê ku îfadeya jinan girt, Hatîce Akdag û Pervîn Ozgur bi şertê kontrola edlî berdan û 13 siyasetmedarên din ên jin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Navê jinên sewqî dadgehê hatin kirin wihane: Hevşaredara Seravê Caziye Dûman, aktîvîstên TJA'yê Rojbîn Akdag û Havva Derya, Rêvebera HDP'ê ya Wanê Edîbe Babûr, Rêvebera DBP'ê ya Wanê Nerîman Ûrar, endamên meclisên şaredariyên HDP'ê Berken Kizillboga, Handan Karakoyûn û Serap Guvenç, Endama KCD'ê Mûkaddes Karakoç, dayikên Aştiyê Keve Işik, Atiye Şen, Kebîre Karakaya û rêvebera HDP'ê Sevîl Çetîn.