NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê navçeya Xanesor a Şengalê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya ajansa ROJnewsê, balafirên şer saet 13.00’an navçeya Xanesor a Şengalê bombebaran kirin. Hat diyar kirin ku balafirên şer rast rast qadên jiyana mirovên sivîl bombebaran kirin û ji ber liv û tevgera balafirên şer û keşfê yên li herêmê didomin, agahiyên berfireh nehatin girtin.
Weke ku tê zanîn DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kiribû û welatiyên Xanesorê ji ber êrîşan navçe vale kiribûn û piştî rizgarkirina herêmê dîsa vegeriyabûn ser cih û warên xwe.