MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ê parêzerê Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûm dosya wê ya sala 2014’an hatibû girtin, zindî kirin.
Wezîrê Karên Hundir, Hevşaredara Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nilufer Elik Yilmaz a ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, ji sedî 70.45 qezenc kir, ji peywirê girt û li şûna wê Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çam weke qeyûm tayîn kir. Walitiya Mêrdînê ji bo ku qeyûm tayînê Şaredariya Qoserê bike, dosyeya Hevşaredar Yilmaz a di sala 2014’an de hatibû girtin, zindî kir.
HEVŞAREDAR YILMAZ: GEL EM HILBIJARTIN
Hevşaredar Yilmaz, diyar kir ku hikumet, bi tayînkirina qeyûman peyama “Em vîna gel qebûl nakin. Va ye em bi zorê li vê derê ne” da.
Yilmaz, da zanîn ku tayînkirina qeyûman nehiqûqiye û wiha bertek nîşan da: “Gel em hilbijartin. Gel ev vîn teslîmî me kir. Ligel ku li holê tiştek tuneye jî, qeyûman tayînê şaredariyên HDP’ê dikin. Ev darbeya siyasiye. Şaredariyên me dîsa veguherandin qereqolan. Ev bêtehemuliya li dijî gele. Li ser daxwaza gel me dîwarên ku qeyûm avakiribûn hilweşandin û şaredarî teslîmî gel kir.”
JI BO LÊPIRSÎNA BERÎ 5 SALAN, 3 MEH BERÊ ÎFADE DA
Yilmaz, dest nîşan kir ku bi hinceta lêpirsîn û dosyeya hatibûn girtin, qeyûm tayîn kirin û wiha bilêv kir: “Di sala 2011’an de, dema parlementera berê ya HDP’ê ya Mêrdînê Nûrsel Yildirim hat girtin di deftera wê ya nişeyan de navê min hebû û bi vê hincetê doz derbarê min de vekirin. Ev tiştek pir xwezayiye. Dûre ev dosye hat girtin. Ji bo ku qeyûm tayîn bikin, vê dosyeya min dikin hincet. Dosyayekê girtî, dîsan anîn rojevê û bi vî awayî qeyûm tayînkirin.”
PARÊZER ELÎK: DOSTA HATIBÛ GIRTIN
Parêzera Yilmaz Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk jî, diyar kir ku dosyeya derbarê Yilmaz de hatibû girtin û rakiribûn refikê. Elîk, da zanîn ku ji bo tayîn kirina qeyûm ev dosye ji nû ve zindî kirin û ev bêhiqûqiye.