MÊRSÎN – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê deklarasyonek parve kir û got: “Yên ku behsa îradeya netewî dikin, qeyûman tayînî ser îradeya gel dikin.”
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li dijî binpêkirina mafan ên li welat û polîtîkaya zext û tundiyê bi sernavê “Em ê dest ji mafên xwe bernedin” deklarasyonek parve kir. Deklarasyon bi civînek çapemeniyê li Eywana Konferansê ya Baroya Mêrsînê bi raya giştî re parve kirin.
Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendkîka û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Endamê Desteya Rêveberiya Platforma Ked û Demokrasiyê Mehmet Antmen deklarasyonê xwend û da zanîn ku geşedanên di demên dawî de diqewimin serdemên rewşê awarte yên 12’ê Adarê, 12’ê Îlonê û 15’ê Tîrmehê dide nîşandan.
'QEYÛM TAYÎNÎ VÎNA GEL DIKIN’
Antmen wiha got: “Bi yek zilamî û rêveberiya yek partiyê lêgerîna maf jî hema bêje bûye sûc. Li dijî kedkar û karkoeran pêkanînan derdixin yên li dijî van pêkanînan derdikevin xayîn û terorîst tên Îlankirin. Di her daxuyaniyê de yên behsa îradeya gel dikin, yên bi îradeya gel tên bijartin ji wezîfeyê digirin û qeyûman tayînî ser sindoq û îradeya gel dikin.”
‘OHAL RABÛ LÊ SEPANÊN WÊ DIDOMIN’
Antem bal kişand ser cînayetên karker û jinan ên di demên dawî de zêde dibin û dîsa tundî û zext dibe para aliyên dezavantaj. Antmen destnîşan kir ku azadiya gotinê bi mudaxeleya amirên mulkî yên îdareyê re hevrû dimîne û got: “Derketina kolanan, dayîna daxuyaniya çapemeniyê qedexe dikin û hema bêje mudaxeleyî dê çi were gotin jî dikin. Pêdiviya gelê Mêrsînê û Tirkiyê bêtir ne bi zext, tundî û binçavkirinê heye, pêdivî bêtir bi demokrasî û azadiyê heye. OHAL rabû lê belê pêkanînên wê didomin. Em dixwazin sepanên fîlî yên OHAL’ê bên bidawîkirin.”
Saziyên ku deklarasyonê îmze kirine wiha ne: HDP, EMEP, TÎP, TTB, Sendîkayên girêdayî KESK’ê, sendîkayên girêdayî TURK-ÎŞ’ê, sendîkayên girêdayî DÎSK’ê, ÎHD, Malên Gel (Halkevleri), odeyên girêdayî TMMOB’ê.