HESEKÊ - Li gundê Reyhaniyê yê navçeya Til Temrê mayîna ku hêzên OSO(MSO) yên Tirkiye li pişt wan e çandibûn, teqiya û 2 sivîl birîndar bûn.
Mayîna ku komên çekdar ên OSO(MSO) ku di kontorla Tirkiyeyê de ne, li gundê Reyhaniyê yê herêma di navbera navçeyên Til Temrê û Zirganê de çandibûn teqîyan. Di teqîna mayînê de 2 welatiyên gund birîndar bûn.
Welatî Îsa Mihemed û Muhenedf Hesîb ên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya navçeya Til Temrê û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.