NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di 7'ê Cotmeha 2018'an de li Kizilcahamamê ya Enqereyê ferman da ku HDP' di hilbijartina 31'e Adarê de şaredariyan bi dest bixe dê dîsa qeyûm tayîn bike. Îro jî qeyûm tayînî şaredaiya Qoserê ya ku HDP'ê di 31'ê Adarê de ji sedî 70.45 deng stendinbû kirin. Piştî fermana Erdogan ji 19'ê Tebaxê heta niha 15 qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin.
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di 7'ê Cotmeha 2018'an de li Kizilcahamamê ya Enqereyê di merasima vekirinekê de ferman da ku HDP' di hilbijartina 31'e Adarê de şaredariyan bi dest bixe dê dîsa qeyûm tayîn bike. Erdogan di merasima Kizilcahamanê de gotibû "Niha li pêşiya me hilbijartina Adarê heye. Piştî hilbijratinê ger ku yên têkiliya wan bi rêxistinê re hebe, ji sindoqê derkevin, em nikarin bisekinin. Di hema demê de tişta hewce em dê kirin û em ê bi tayînkirina qeyûman rêya xwe berdewam bikin."
Piştî gotina Erdogan a 7'ê Cotmeha 2018'an, di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Di daxwaznameya waliyê Amedê de derket holê ku Walî roja piştî hilbijartinê di 1'ê Nîsanê de serî li Wezareta Karên Hundir daye û xwestiye ku qeyûm tayîn bike. Piştre walî tayînî şaredariyan kirin. Bi van qeyûman vîna gelan xezp kirin. Erdogan hêj beriya Referanduma Serxwebûnê ya 25'ê Îlona 2017’an gef li rêveberiya Başurê Kurdistanê xwaribû. Erdogan gotibû “Vaneya kaniyê li cem me ye. Kengî me Vaneya Kaniyê girt her tişt xelas dibe. Wê birçî bimînin. Em ê şevekê bê wext bên" û gef li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwaribû.
Ji Osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê li ser Kurdan polîtîkayen komkujî, bişaftin û paqijiya nijadî, bi rek u pêk tên meşandin. Di sala 1920’an de bi ‘Plana Islahata Şerqê" gava ewil avêt. Li Agirî, Zîlan û Dersimê bingeha komkujiyê danîn. Di dewama wê de li Bakurê Kurdistanê ji sala 1928’an heta 1952’an “Mufettişiya Umumî" ji sala 1987’an heta 2002’an “Walîtiya OHAL'ê, piştî 2016’an jî polîtîkayên “Qeyûm" a dagirkeriyê xist meriyetê û bi rêve dibe.
DI CIVÎNA 30'Ê COTMEHA 2014'AN A MGK'Ê DE BIRYAR GIRTIN
Hikûmeta Tirkiyeyê di Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 30'ê Cotmeha 2014’an de di bin navê ‘Plana têkbirinê" de polîtîkaya komkujiya li ser Kurdan nûjen kir. Di vê planê de jî wekî planên berê ne tenê Bakur, perçeyên din jî kirin hedefa xwe. Destkeftiyên Kurdan ên perçeyen din jî kirin armanc. Di gava yekemîn a Plana Komkujiyê de rêveberiyên herêmî yek bi yek kirin hedefa xwe. Bi tang, topan êrîşî Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Gever û Hezexê kirin. Ev peyvir dan Wezîrê Karên Hundir. Piştre bi navê “Qeyûm" hemû vîna Kurdan xezp kirin. Rêbaza Walîtiya dagirkeriyê bû. Yek ji armanca hikûmetê wekî perçeyekî komkujiya Kurd, rêveberiyên Kurdan ên herêmî yek bi yek desteser bike bû.
Rêya tayinkirina qeyûman a rêveberiyên herêmî, piştî lîsteka darbeya 15'ê tîrmehê ku Serokê AKP'ê Erdogan got “ev ji bo me nîmet bû" bi îlankirina OHAL'ê re hêsan bû. Di 4'ê ÎLona 2016’an de bi KHK'ya 674'an a hêjmar 5393'an û zêdekirina xala 45'an rê li pêş plana qeyûm û KHK'yan vekir. Kraz li hiqûqê kir û di sala 2016’an de qeyûm tayîn kirin. Heta 2019'an rêveberiyên herêmî desteser kirin. Bi vê guhertina zagonî li bajarên Kurdan ên Tirkiyeyê OHAL û qeyûm mayinde kirin. Hevşaredarên 94 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk ji peywirê dûr xistin. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ji Hevşaredaran 41 rastî ceza hatin. Bi giştî 237 sal û 237 meh û 171 roj rastî cezayê girtîgehê hatin. Dozên der barê 52 hevşaredaan de berdewam dikin. Ji 94 hevşaredaran 20 jê hêj girtî ne. 57 hevşaredar serbest tên darizandin.
PIŞTÎ HILBIJARTINA 31'Ê ADARÊ FERMANA ERDGAN PÊK ANÎN
Di hilbijartina 31'ê Adarê de Kurdan di pêşengiya HDP'ê de dîsa vîna xwe hilbijart û gelek bajar û navçeyên xwe ji destê Qeyûm derxistin. HDP'ê bi stratejiya xwe li Bajarên Rojavayê Tirkiyeyê Şaredariyên Stenbol, Antalya, Enqere ji destê AKP'ê derxistin. Piştî vê yekê Îktîdara AKP'ê dîsa polîtîkya qeyûman xist meriyetê. Ewil bi destê YSK'ê qeyûm tayîn kirin. Kesên bi KHK'e ji peywirê hatibûn girtin, mazbatayên wan nedan wan û dîsa vîna gel xezp kirin. YSK'ê mazbata 6 şaredarên bi ser ketin nedan wan. Dîsa mazbata 48 endamên meclisa şareda û endamên meclîsa bajar nedan wan û vîna wan xesp kirin. Di 19'ê Tebaxa 2019'an de dîsa bi fermana Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayinî 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Îro jî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê kirin. Heta niha qeyûm tayînî 15 şaredariyan kirin û vîna gel xezp kirin. 12 hevşaredar dîsa girtin û şandin girtîgehan.
Îro jî Wezirê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya HDP'ê ya Qoserê kirin. HDP'ê di 31'ê Adarê de li Qoserê ji sedî 70.45 deng stendinbû.