Temellî: HDP rih û evîn e, kes nikare wê asteng bike

  • rojane
  • 09:07 4 Mijdar 2019
  • |
img

ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî salvegera darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî partiya wan nirxand û got: “Hûn nikarin bi binçavkirin û girtina siyasetmedarên HDP’yî siyasetê asteng bikin. Çimkî HDP rih, evîn û dîroka têkoşînekê ye.” 

Li dijî hevserok û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4’ê Mijdara 2016’an de “darbeyek siyasî” pêk hat û Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hin parlamenterên wan di nav de hatin girtin û ragirtina wan didome. Ji roja li dijî HDP’ê ev pêla girtinê hat destpêkirin pêla girtin û pêkûtiyan ji ser HDP’ê kêm nebûye û heta îro didome. Ji wê rojê ve heta îro bi hezaran rêveber, endam û hevşaredarên HDP’ê hatin girtin. Çawa tayînkirina qeyûman di sala 2016’an de dest pê kir îro jî di dewrê de ye û qeyûman tayînî şaredariyên HDP’ê tên kirin. 
 
‘MASEYA ÇARESERIYÊ QELIBANDIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî salvegera pêvajoya 4’ê Mijdarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Temellî bi bîr xist ku di encama pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’an de li Îmraliyê hat destpêkirin HDP di hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîranê de bû hêviya Tirkiyê û got: “Pêvajo ber bi 7’ê Hezîranê ve diçû. Di 5’ê Nîsana 2015’an de sepana tecrîda girankirî li Îmraliyê dest pê kir. Beriya tecrîdê û hilbijartinê jî Peymana Dolmabahçeyê ji holê hat rakirin. Mase hat qelibandin û desthilatdariyê pêvajoyek rageşî û alozî da destpêkirin.” 
 
‘NAXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE’ 
 
Temellî da zanîn ku tiştên di wê pêvajoyê de qewimîn nikarn ji êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê serbixwe bigirin dest û wiha got: “Bi êrîşa ser Kobanê re desthilatdariya AKP’ê di cotmeha 2014’an de civînek Desteya Ewlehiya Milî (MGK) pêk anî. Ev civîn di dema berxwedana Kobanê de pêk hat. Dema em van hemûyan dixwînin du tişt derdikevin pêşiya me. Yek jê demokrasî û ya din jî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Di van her du aliyan de jî siyaseta kurd bilind bû. Li aliyê din jî aqilek ango zîhniyetek naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike û dixwaze siyaseta demokratîk têk bibe hebû û ev zîhniyet hêj li ser kar e.” 
 
‘7’Ê HEZÎRANÊ DAWIYA WAN ANÎ’ 
 
Temellî da zanîn ku hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ji bo çareserkirina demokrasî û pirsgirêka kurd gihîşt astek bilind û wiha dewam kir: “Yanî partiya me di 7’ê Hezîranê de kir ku êdî divê çareserî pêk were. 7’ê Hezîranê dawiya wan anî. Lê îktîdarê encama hilbijartinê qebûl nekir û aqilê dewletêxist meriyetê. Em vî aqilî ji vê kêliyê şûn ve hin bêtir dibînin ku çawa tevger dike. Piştî pêvajoya 7’ê Hezîranê li şûna pêvajoya çareseriyê ‘pêvajoya şer’ hat destpêkirin. Heta îro jî ev pêvajoya giran dewam dike. Gelek komkujî pêk hatin û gelek bajaran hatin hilweşandin. Îro jî hilweşandina bajaran û komkujî dewam dikin.”
 
‘ÇARESERIYÊ NAXWAZIN’ 
 
Temellî diyar kir ku pêvajoya piştî 7’ê Hezîranê hat destpêkirin bi hişmendiya çareseriya di pirsgirêka kurd de serûbin bikin û got: “Aqilê dewletê û desthilatdariyê, nexasim jî bloka AKP-MHP’ê xwedî li vî aqilê ceberût ê dewletê xwedî derdikeve û hemû kirinên wan datîne holê. Ev aqil naxwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin.” 
 
TASFIYÊ DI 20’Ê GULANÊ DE DEST PÊ KIR 
 
Temellî anî ziman ku tasfiyekirina siyaseta demokratîk di 20’ê gulana 2016’an de bi rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê dest pê kir û wan dît ku ew aqilê 20’ê gulanê di 4’ê Mijdarê de hat ser kar û xwest siyaseta wan têk bibe. Temellî got ji bo bingeha 4’ê Mijdarê were amadekirin jî di 20’ê Tîrmeha 2016’an bi hênceta hewla darbeyê Rewşa Awarte (OHAL) ji aliyê AKP’ê ve hat ragihandin û pêvajoyek giran da destpêkirin. Temellî got ji ber wan pêvajoyên neyînî hêj parlamenter, hevserok, hevşaredar û bi hezaran rêveber û edamên wan girtî ne. 
 
‘HDPÊ JI XWE RE DIKIN ARMANC’ 
 
Temellî destnîşan kir ku bi rêya darazê tê xwestin HDP were tasfiyekirin û got: “HDP di navbera 2013 û 2015an de xwedî li tezên Ocalan derket û hêj derdikev û partiya tekane ku xwedî li çareseriya demokratîk derdikeve ye. HDP xwedî li çareseriyê derdikeve û çareseriya demokrasiyê û pirsgirêka kurd tîne gel hev. Ji ber vê yekê jî HDP’ê ji xwe re kirine armanc. Ji ber vê yekê ye daraza serbixwe ji holê rakirine û tenê HDP para xwe ji vê yekê digire. Her kesên li cem HDP’ê cih digire û azadî, demokrasî û aştiyê diparêz e di hedefa bloka AKP û MHP’ê de ye.” 
 
‘4’Ê MIJDARÊ ÊRIŞEK EŞKERE BÛ’ 
 
Temellî da zanîn ku tevî hemû êrîşan jî desthilatdarî di polîtîkaya xwe zextan û şer de bi ser neket û got: “Bi ser dikevin? Na bi ser nakevin. Heta îro yên hatine girtin û berdan hejmara wan bi qasî 10 hezarî ye. Niha jî 5 hezar hevalên me girtî ne. Niha li Tirkiyê hejmara însanên bi kontrola edlî hatine berdan digihîje 500 hezar kesî. Beşek mezin ji van însanan HDP’yî ne û gelê kurd e. Mirov dikare bêje em di girtîgehek servekirî de dijîn. AKP dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê ye 4’ê Mijdarê êrişek pirr vekirî û eşkere ye. Sepana tundiyê li ser her kesî pêk tê. Ji ber vê yekê ye tundî bi destê darazê pêk tê û li dijî tundî û zilmê jî aliyek berxwedêr û têkoşer heye. 
 
Dixwazin HDP’ê tune bikin û ji qada siyasetê biqedînin. Dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd a bi dehên salan biqedînin. Lê ev ne mimkin e. Têkoşîna gelê kurd kiriye ku gelên Tirkiyê hemû di bin têkoşîna demokrasiyê de bibin yek.”
 
‘LÊ KOBANÊ NEKET’ 
 
Temellî da zanîn ku her tim hevserokên wan berê Demîrtaş û Yuksekdag bi bûyerên Kobanê tên krîmînalîzekirin û got: “Heke Kobanê biketa dê îro li axa Sûriyê û Rojhilata Navîn Tirkiye û DAIŞ’ê bi hev re bigeriyan. Ji ber ku Kobanê parastina mafê mirovahiyê û azadiyê bû îro radibin HDP’ê ji ber têkoşîna Kobanê sûcdar dikin. Dixwazin ser heqîqeta Kobanê biniximînin.” 
 
‘HDP NE AVAHIYEKE KU WERIN BIGIRIN’ 
 
Temellî bi bîr xist ku îro bi heman awayî li dijî HDP’ê zextên giran didomin û got: “HDP ne avahiyek e ku werin bigirin. Dibe ku hemû pêkûtiyan li ser me pêk bînin lê nikarin HDP’ê bigirin. Dixwazin HDP’ê tengav bikin lê wê bi ser nekevin. Hûn nikarin bi binçavkirin û girtina siyasetmedarên HDP’yî siyasetê asteng bikin. Çimkî HDP rih, evîn û dîroka têkoşînekê ye. Em ê bi tu awayî li dijî êrîş, gef û tundiya wan paş ve gav neavêjin. 4’ê Mijdarê ji bo me rojek reş e.”
 
QEDIYA
 
MA / Bêrîvan Altan – Emrullah Acar

Sernavên din

05/11/2019
17:51 Gelê Dirbesiyê şervanên QSD'ê bi girseyi oxir kirin
16:27 Gelê Kobanê bi keviran êrîşî dewriya Tirkiyeyê û Rûsya kirin
15:50 ‘Girtina hevşaredarê me ne hiqûqî, siyasî ye’
15:36 Endamê Meclîsa Şaredariya Hênê hat girtin
15:34 DÎSK: Ji sedî 75'ê bacê em didin dewletê
15:24 Ji bo rawestandina hinardeya çekan a Tirkiyeyê îmze berhev kirin
15:16 Qoseriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Em ê di sindoqan de bersivê bidin
14:58 Ji Erdogan peyama 'Dê operasyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin'
13:52 Li Qoserê berteka li dijî polisan: Ev bajar bajarê me ye
13:51 Bariş: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrişên DAIŞ’ê ye
13:42 Bûldan: HDP hêviya azadî û edaletê ye
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:39 Zarok dît, lê tundî ne dît
12:33 Banka Cîhanê: Dê aboriya Tirkiyê di 2020’an mezin nebe
11:46 'Ji bo xwedî derketina kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin
11:15 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
10:58 Turkdogan: Ji sûcên li Sûriyê tên kirin Tirkiye berpirsiyar e
10:41 Xwendekar: Bi YOK'ê dest bi yek tîpê û bi 15'ê Tîrmehê dest bi tasfiyeyê kirin
10:40 'Divê têkoşîna neteweyî ya jinên kurd bê nivîsandin'
09:23 Doza Şemzînanê-1
Ûmût Kîtapevî di dehlîzên Enqereyê de hat windakirin
09:20 Pisporê budçeyê Konûkman: Tu qîmeta budçeyê nemaye
09:19 'Sirf ji bo pêşî li rexneyên DMME'yê bên girtin pakêtên darazê tên çêkirin'
09:18 Dewlet li şûna komirê keviran belav dike
09:18 Pirtûka Hamît Geylanî ya derbarê têkoşîan Şêx Ubeydullahê Nehrî derket
09:17 Girtiyê nexweş ê parçeyên şarapnelê di canê wî de ne nayê tedawîkirin
09:16 Dêra Mûşetê bûye cih û warê defînegeran
09:15 Li Kêrîserê jin bi hevre amadekariya zivistanê dikin
09:15 Sedema israra ji bo santrala nukleerê: Kar û rant
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2019'AN
04/11/2019
16:52 Odeya Bijîjkan a Rihayê: Jiyana hempîşeyên me yên li Grê Spî di talûkeyê de ye
16:33 Şaredariya Rêya Armûşê kompleksa werzîşê vekir
16:14 Xwendekaran xwestin Cem Tekînoglû ji peywirê bê girtin
16:14 Oluç: Îktidar bi hişmendiya darbeyê nagêjin meqseda xwe
16:03 Qeyûm nehişt endamên Meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
15:34 Pero Dundar: Kobanê neket dê Qoser jî nekeve
15:33 Ji ÎHD’ê rapora qeyûman: Baweriya xelkê ya ji bo hilbijartinê qedandin
15:31 Dozger xwest siyasetmedarên jin bên girtin
15:06 'Em bibin kevir û bikevin ber diranên çerxê’
15:03 Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî Xanesora Şengalê kirin
14:29 Ji bo qeyûm dosyaya 2014’an zindî kirin
14:24 Daneşîna doza 22 kesan ji bo aşkerakirina biryarê taloq bû
14:23 ‘Yên behsa îradeya netewî dikin, qeyûm tayînî îradeya gel dikin’
13:53 Rêveberiya Xweser: Em guhertina demografiyê bi tundî red dikin
13:40 Di teqîna li Reyhaniyê de 2 welatî birîndar bûn
13:25 Qeyûm bi qulûbeyên xwe yên 'ewlehiyê' vegeriya
13:20 DYB: Komên Tirkiye piştgiriya wan dike êrîşa konvaya leşkerên me kirin
12:54 Polîsê 2 kilo hişbir li ser hat girtin hat berdan
12:37 Soylû: Em ê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan
12:01 Cezayê hucreyê li hûnermend Benlî yê ji Doza Nisêbînê girtiye birîn
11:56 ÎSÎGM: Di 10 mehan de li Tirkiyeyê 1477 karker bûn qurbana qezayên kar
11:55 Qeyûmê Erdîşê ewil ‘Pirtûkbês’ê kir armanca xwe
11:45 Li Rezanê qeza: 5 kes birîndar bûn
11:32 Li Îzmîrê Akademiya Mafê Mirovan dest pê dike
11:23 14 jinên siyasetmedar derxistin dadgehê
11:15 Piştî gotina Erdogan a 7'ê Cotmeha 2018'an qeyûmê 15'emîn tayîn kirin
11:07 Li Erxeniyê mirineke bi guman a jinekê
10:36 Çalakiya karkerên Balafirgeha Stenbolê bi ser ket
09:07 Xweşikî û xemla payîzê li gundê Saldaxê ye
09:07 Komeleyên herêmî: Tayînkirina qeyûman parçeyek ji konsepta şer e
09:07 Temellî: HDP rih û evîn e, kes nikare wê asteng bike
09:07 Li Girtîgeha Sîncanê qedexeyek nû: Di wêne de herî zêde dê 3 kes hebin
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê nameyên kurdî nadin girtiyan
09:07 Zarok bi rûkeniya xwe berrûyan difiroşin
09:07 Îsal xêrûbera zeytûnên Dêrikê kêm bû
09:07 Qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê kirin
09:01 ‘Cenaze nedihat nasîn’
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2019'AN
03/11/2019
20:53 Li Bismilê zilamekî jinek kuşt
20:33 Li Mûşê her cûre çalakî hatin qedexekirin
19:13 Demîrtaş: Hiqûq û edalet tune ye lê hevrêtî heye
19:00 Zeydan: Dadger û dozger ji bo berjwendiyên AKP'ê darazê binpê dikin
18:35 ‘Li girtîgehan 500 heb berhemên nivîskarên jin hatine windakirin'
16:34 Tirkiyê bijîşkan kir armanc: Bijîşkek hat kuştin û yek birîndar bû
16:06 Mizrakli: Em kesên îsyankar in
15:47 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Stenbolê Bûlût û Avcî hatin hilbijartin
15:44 'Em dest ji tekoşîna xwe ya jinan bernadin'
15:06 Jinan li Rihayê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkere kirin
14:35 Buldan: Li vî welatî tu Kurd be hiqûq ji tere tune
Temellî: Divê tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe
14:21 Li Tûşbayê endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê dûr kirin
13:40 Ji darbeya 4’ê Mijdarê heta îro: Encama wê giran bû
13:20 Kongreya HDP'ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' dest pê kir
13:08 Guven: Em dikarin bi pêşengtiya jinan qedera kurdan biguherîn in
12:33 Tirkiye xizmetkarên tenduristiyê dike hedef û peymana Cenevre binpê dike
12:15 Ciwanan ji bo Rojava çalakiya bi pankart li dar xistin
12:10 Foza Yûsif: Çawa Sadam û Bagdadî têk çû Erdogan jî dê têk biçe
12:09 Li Amedê du kes hatin binçavkirin
11:31 Li Licê piştî bombardomanê pevçûn derket
11:08 Siyasetmedarên jin ên dibin çavan de wê sibê derxin edliyeyê
09:19 Rojnamevan Yilmaz: Em ê tim bibin dengê civakê
09:16 Bi kilamên xwe nahêle Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin
09:15 Di Pakêta Darazê ya 2'yemîn de nafaka: Jin tên hepskirin
09:13 Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike
09:11 Dinya sar bû, eleqeya ji bo etar û bêhnfiroşan jî zêde bû
09:10 Li vî bajarê mezin tenê ew sefariyê dike
09:08 'Heta Kurd li Rojhilata Navîn kêfxweş nebin tu kes kêfxweş nabin'
09:07 Qeymeqamtiyê ji bo biryara derbarê bêdestanê de got, biryarek 'bîrdozî' ye
09:05 Destvala vedigerin malê
09:03 Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin li benda destekê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2019'AN
02/11/2019
20:17 Balî: Tirkiye bi vê êrîşê dixwaze mirov axa xwe vala bikin