ENQERE – Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dest danî ser wêneyên xizm û hevalên girtiyan ji wan re ku şandin û hênceta desteserkirinê jî hejmara kesên di wêne de ji 3 kesan zêdetir e dane nîşandan.
Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay binpêkirinên mafan ên ji girtîgehên cuda gihîştine ber destên wan kirin rapor. Di raporê de lêgerîna tazî, îşkenceya fizîkî, astengkirina mafê dermankirinê, birçî hiştina girtiyên nexweş û gelek binpêkirinên din cih digirin.
DEST DANÎNE SER WÊNEYAN
Di raporê de biryara astengkirinek sosre jî cih digire. Di raporê de hat zanîn ku rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dest danî ser wêneyên xizm û hevalên girtiyan ji wan re ku şandin û hênceta desteserkirinê jî hejmara kesên di wêne de ji 3 kesan zêdetir e dane nîşandan.
Her wiha di raporê de hat gotin li ser “fermana wezaretê” radyoyên girtiyan ji wan hatine sitendin û dest datînin ser pirtûkan û Qurana Kerîm jî di nav de pirtûk tên berhevkirin. Di raporê de cezayên dîsîplînan û pirsgirêka kantînan jî hatin rêzkirin.
BINPÊKIRINA LI 8 GIRTÎGEHAN
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîfa F a Boluyê, Girtîgeha Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê û Girtîgeha Odemîşa Îzmîrê cih digirin. Balkêşe ku di raporê de bi dehan binpêkirina mafên girtiyan cih digirin.