EDENE – Suat Dozdar Şîmşek ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hat berdan da zanîn ku nameyên kurdî nadin girtiyan û nahêlin ku girtî jî nameyên bi kurdî binivîsînin.
Suat Dozdar Şîmşek piştî 13 mehan li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê ma di 24’ê cotmehê de hat berdan. Şîmşek behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û got li hefsê hemû mafên demokratîk ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên astengkirin.
'3 SAL IN DERNEKETINE HEVDÎTINA VEKIRÎ’
Şîmşek anî ziman ku di hefteyekê de 10 saet mafê wan ên aktîvîteyên civakî daxistine 2 saetan an jî rojên aktîvîteyan ji ber ser qawîşan de tê girtin wan nikaribû aktîvîteyên xwe bikin. Şîmşek da zanîn ku pêkanîna darbeya 12’ê Îlonê li girtîgehê hebûn û sepana “tevlîhev bike û li hev bîne” xistine dewrê û got: “Girtiyên ji doza PKK’ê bi girtiyên DAIŞ, FETO û sûcên edlî re li korîdar û blokan tên ragirtin. Van koman bi darê zorê derdixin hevdîtina vekirî û rêveberiya hefsê dixwaze pêngavên provakatîf pêk bîne. Ji ber vê yekê ev 3 sal in girtî nikarin derkevin hevdîtina vekirî.”
'LÊPIRSÎN Û DOZÊN KÊFÎ TÊN VEKIRIN’
Şîmşek diyar kir ku her roj pêkanînên kêfî û bi cezayên dîsîplînê re cezayên 15 rojan ên hucreyan tên dayîn û ji ber mafên xwe yên şermezarkirinê bikar tînin bi îdiaya “zirarê didin malê cemaweriyê” wan dixin ber lêpirsînê û doz vedikin.
Şîmşek da zanîn ku girtiyên nexweş bi kelemçeyan dibin mauyeneyê û mafên wan ên tenduristiyê û dermankirinê tên astengkirin. Şîmşek got li gel biryara berhevkirinê ya pirtûk, kovar û rojnameyan nîne jî bi awayek kêfî nedidan wan û dest datînin ser radoyoyên girtiyan.
‘NAMEYÊN KURDÎ QEDEXE KIRINE’
Şîmşek destnîşan kir ku lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin û yên vê yekê qebûl nakin jî gardiyan û esker li wan didin û got: “Bi taybetî jî hevalên nû sewqî Kurkçulerê dihatin kirin rastî lêdanên giran dihatin û heqaretên giran liwan dihatin kirin. Rewşa hevalê me Kemal Ozelmali yê nexweş nebaş bû. Wî terkî mirinê kirine. Nameyên me dixwest em bişînin jê re digotin ‘bifikare’ û nedişandin. Nameyên bi zimanê kurdî ji me re dihatin nedidan me. Nedihiştin em nameyên bi kurdî jî binivîsinin. Dest datînin ser nameyên kurdî. Ez dixwazim hemû sazî ji bo van binpêkirina mafan bikevin nava tevgerê.”