AMED – Zarokên devliken ku diçin berrûyan berhev dikin û bi kîsikan tînin li ber Keleha Zerzevanê difiroşin serdanvanên kelehê, balê dikişînin ser xwe û dibêjin ew ê pereyê xwe li dibistanê xerc bikin.
Li pesar ango gundewarên darên berrûyan lê hene dema berrûyan e. Li çoltera di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de gelek darên berrûyan hene û îsal jî berhemên xwe dane. Xêrûbera berrûyan a îsal gelek baş e.
Zarokên gundê Xanika Jêrîn a bi ser navçeya Çinarê ve dawiya hefteyê ku naçin dibistanê diçin nava satar ango dahlên darên mazî û li ser daran berrûyan diçinin. Zarokên temenê wan di navbera 8 û 15 saliyê de diguhere berrûyên berhev dikin, dixin kîsikan û dibin li benda rê an jî li Keleha Zerzevanê difiroşin welatiyên diçin serdana kelehê. Zarokên rûken û xweşik ku kîsikên berrûyan li destên wan in ne bi kîloyan bi eletexmînî kîsikên berrûyan bi 5 lîreyan difiroşin.
Zarokên ku li ber şewq ango biriqandina kelehê dibin motîveya xweşikiyê diyar dikin ku ji bo ew ji xwe re tiştan bi pereyê berrûyan bikirin û lêçûyînên xwe dibistanê jê derxin berrûyan difiroşin.
Îbrahîm Deger 10 salî ye, Cîhan Deger 9 salî ye û Erhan Ataş jî 8 salî ye û kîsikên wan di destê hev de û bi hev re hevalbendiya firotina berrûyan dikin. Cîhan ê 9 salî dibêje “Ez ê bi pereyê xwe tişt û miştan û dendikan bikirim.”
Îbrahîm ê 10 salî jî dibêje “Ez bi pereyê berrûyan garis, cola, dendik û tiştan bikirim. Ez ê ji xwe re xerc bikim.”
Erhan ê 8 salî jî dibêje “Ez ê bi pereyê xwe garisan û tiştên dikanê bistînim.”
Zarok diyar dikin ku hêj ew tênegihîştine qala dîroka Kelehê ji mêvanan re bikin û ew dixwazin xwe hînî rêberiya dîroka kelehê jî bikin.
Piştî ez demekê bi zarokan re li ser berrû firotina wan sohbet dikim, du kîsik berrû difiroşin min û ez diravek ji bihayê wan zêdetir didim wan û dibêjim di navbera hev de parve bikin. Ew bi kêfxweşî xwe ji Kelehê berdidin xwarê û dikevin ser rêya malê.
MA / Bîlal Guldem