MÊRDÎN – Malbata Polat da zanîn ku wan 2 sal şûn de cenazeyê zarokê xwe yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû wergirtiye, lê dozgeriyê destûr nedaye wesiyeta zarokê wan pêk bê û cenaze nedihat nasîn.
Li gundê Sitîlîlê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 17’ê tîrmeha 2017’an de di pevçûnek navbera HPG’ê û eskeran de endamê HPG’ê Mahsum Polat (26) jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe wergirt. Hat zanîn ku piştî Polat jiyana xwe ji dest dide li Goristana Bêkesan a Mêrdînê tê veşartin. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe werbigire nimûneya xwînê da. Xwîna DNA’yê piştî mehan bi encam bû û ji malbatê re hat gotin dikarin biçin cenazeyê xwe bigirin.
Malbat ji bo wesiyeta zarokê xwe bicih bîne xwest cenaze bibe li Goristana Hecaaca Nisêbînê veşêre. Lê polîsan destûr neda cenaze li Goristana Hecaca bê veşartin. Saleke malbat hewl dide wesiyeta zarokê xwe bicih bîne lê hemû hewldanên wan bêencam man. Li ser vê yekê malbatê di 1’ê mijdarê de cenazeyê kurê xwe bir gundê Çalê yê Nisêbînê û li goristana gund veşart.
‘CENAZE NEDIHAT NASÎN’
Bavê Polat, Mahmut Polat diyar kir ku kurê wî di sala 2011’an de tev li HPG’ê bûye û wiha got: “Piştî 7 salan kurê min şehîd ket. Esker li min geriyan gotin ‘Me kurê te kuştiye. Were cenazeyê kurê xwe hilde.’ Cenaze li Nexweşxaneya Qoserê bû. Ji bo em cenaze nas bikin ez û diya wî çûn nexweşxaneyê. Lê me cenaze nas nekir. Beden hatibû parçekirin. Ji ber wê me nas nekir. Ji bo vê yekê me xwîn da. Piştî xwîn jî bi encam bû heta 4 mehan cenaze nedan me.”
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN HÛN WÎ LI KÊLEKA HEVALÊN WÎ VEŞÊRIN’
Polat anî ziman ku wesiyeta kurê wî “Min li Goristan Hecaca veşêrin’ hatiye astengkirin û ji bo destûrê serî li dozger dane û dozger ji wan re gotiye “Li Goristana Hecaca mezelên HPG’iyan hene. Em ê destûr nedin we ku hûn wî li kêleka hevalên wî veşêrin” û bi vî awayî asteng kirine.
Polat diyar kir ku ji bo wesiyeta kurê wî pêk were du salan sekinîne û got: “Ez hêvîdarim wê êdî kes neyê kuştin. Dilê me şewitî bila dilê kesên din neşewite. Bila êdî aştî pêk were. Bila mirovên me nemirin.”